KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nisêbîniyan ji bo Egîd merasîmek bi heybet li dar xistin
Endamê YPS’ê Aydin Guner (Egîd) ê li Cizîrê di şerê bi dewletê re jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê bi merasîmek bi heybet ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
YPG’’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî ku li Eşrefiyê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir. -
Berxwedana Sûrê li kolanên Amedê belav bû
Polîsên Tirk êrîşî meşa ku bi armanca şkandina dorpêça li ser Sûrê hat lidarxistin kirin. Di encama êrîşên polîsan a bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rast de ciwanek hat qetilkirin. Li dijî êrîşan kolanên Amedê ketin nav berxwedanê. -
Şervanê YPG’ê Johnston li Sydneyê hat bîranîn
Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî yê bi nasnav Bagok Serhed (Ashley Johnston) yê ku li Rojava di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. -
Ji Xabûrê 3 cenaze hatin girtin
Ji 53’ê kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li Silopiyayê dihatin ragirtin, piştî ku cenazeyên Mûrat Tûmç, Mesût Ozer û Cengîz Gerem hatin teşxîskirin, radestî malbatan hatin kirin. -
Li Hanaû panela bi mijara berxwedana xwerêveberiyê
Sariyildiz li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di panela bi mijara xwerêveberiyê de axivî, wiha got: “Çalakiyên gelê me yê li Ewropa moralekî mezin dide berxwedêrên Kurdistanê.” -
Girê Spî ji çeteyan hat paqijkirin
Bajarokê Girê Spî yê Rojava ji çeteyan bi temamî hat paqijkirin. -
Demîrtaş: Talîmata êrîşa Girê Spî ji Enqereyê hat dayîn
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Mîtînga Aştiyê ya li Mêrsînê axivî, got talîmata êrîşa Girê Spî ji Enqereyê hatiye. -
Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ê di meşa ji bo Sûrê de ji serê xwe ve birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. -
Çete dîsa êrîşî gundê Başmêra dikin
Çeteyên El-Nusra gundê Başmêra yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin. -
Li Amedê rewşa ciwanê ku polîsan ji serê wî birîndar kirin giran e
Li Amedê di encama êrîşa polîsên Tirk a li hember meşa ji bo Sûrê, ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ji serê xwe birîndar bû. -
HPG: Bomberdûmanên artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk qada Herekol a Sêrtê bombe kir. -
YPG: Li Şêxmeqsûd û Tişrînê gelek çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku şerê li hemberî çeteyên êrîşî Şêxmeqsûd û Bendava Tişrînê kirin de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Hiş û guhê xizmên windayan jî li Sûrê ye
Çalakiyên xizmên windayan vê heftê jî li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dewam kir. -
Polîsên Tirk êrîşî Kurdistaniyên dixwazin bimeşin Sûrê kirin
Bi armanca şikandina dorpêçiya li Sûrê girseya gel dest bi meşê kir. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd didomin
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ê li hember taxa Şêxmeqsûd a Helebê didomin. Di êrîşan de 4 sivîl birîndar bûn. -
YPS: 9 çeteyên qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Hezex û Sûrê de efserekî bi paye jî di nav de 9 çeteyên qesrê hatin kuştin. -
Li Colemêrgê sewqiyata leşkerî
Di ser kolana Cengîz Topel a navçeya Colemêrg Geverê zêdeyî 30 maşînên zirxî sewqî xeta sînor a li Şemzînanê hat kirin. -
Jêrzemînên wehşetê hînê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne
Jêrzemînên Cizîrê ku bi sedan sivîlên birîndar bi awayekî wehşî ji aliyê hêzên dewletê ve lê hatin qetilkirin, hînê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne. -
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê bi hezaran kes li hev civiyan
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, bi hezaran kes li Koşûyolû ya Amedê li hev civiyan. -
Dorpêçiya li ser Dêrikê rabû, rûyê hov ê AKP'ê xuya bû
Li Dêrikê bi rakirina qedexeya 9 rojan re, gel derket derve. Ji ber êrîşa hêzên dewletê gelek mal tarûmar bûn. Hêzên dewletê yên êrîşî avahiya şaredariyê kirin, ode serûbin kirin û aleke mezin a Tirk bi vir ve kirin. -
Rayedaran cenaze tevlîhev kirin
Malbata Yilmaz Geçîm ê li Cizîrê hat qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyê xwe hat Silopiyayê. Lê belê rayedaren Saziya Tipa Edlî ji malbatê re ragihand, ku cenazeyê wan ji aliyê malbateke din ve hatiye wergirtin. -
'Bi dil, mejî û keda xwe re em tevlî berxwedana Sûrê bibin'
DEM-GENÇ û ODGK bang li ciwanên Amedê û tevahiya Kurdistanê kirin, ku heta dorpêçî li ser Sûrê bê rakirin, her li ser piya bin û gotin, "Bi dil, mejî û keda xwe re em tevlî berxwedana Sûrê bibin." -
Ji mirovên li Hezexê hatin qetilkirin 2 cenazeyên din jî hatin teşxîskirin
Ji 12 kesên li Hezexê di bomberdûmana helîkopterên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, 2 cenazeyên din hatin teşxîskirin. -
Li dijî komkujiyên li Bakur li Silêmaniyeyê greva birçîbûnê hat destpêkirin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, rewşenbîr û pêkhateyên cuda yên civakê, li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, îro dest bi greva birçîbûnê kirin.