YPS: 9 çeteyên qesrê hatin kuştin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Hezex û Sûrê de efserekî bi paye jî di nav de 9 çeteyên qesrê hatin kuştin.

Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) da xuyakirin, ku berxwedan û çalakiyên wan ên li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî kelehên berxwedanê dewam dikin. YPS'ê ragihand, di encama van çalakiyan de li Hezexê 89 çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Li navçeya Amed Sûrê jî leşkerekî bi paye hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

YPS'ê li ser çalakî û şerê qewimî, ev agahî da:

"Roja 26'ê Sibatê saet di 11:00 de çeteyan hewl dan li kolana Alanya ya li navenda Hezexê bi cih bibin. Hêzên me yên bi vê hewldana çeteyan hesiyan, li wan dan. Li vir bi zelalî hat tespîtkirin, ku 2 çete mirine, 3 jî birîndar bûne.

Heman rojê saet di 11:30 de çeteyan di ser kolana Alanya re careke din hewl dan bikevin nava taxê. Maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li herêmê lêgerîn dikirin, bi teqemeniyê hatin teqandin. Li vê derê 2 maşîn bi temamî hatin rûxandin û 5 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Medya alîgirê şer bi tenê ragihand ku 7 birîndarên wan hene. Ev agahiya medya şer ne rast e.

Di êvara heman rojê saet di 16:30 de çeteyan xwestin xwe berdin nava taxan. Dema hêzên me bersiv dan, van çeteyan ji neçarî xwe vekişandin.

Di heman demê de yekîneyên me yên berxwedanê li çeteyên li ser rêya Mîdyatê li hev kom bûbûn, dan. Li vir endamekî tîmên taybet hat kuştin.

Li navçeya Amed Sûrê, çete bi bikaranîna teknîkê re hewl dide encamê bi dest bixe. Di şerê duh de leşkerekî bi paye hat kuştin, yek jî birîndar bû."