Ji mirovên li Hezexê hatin qetilkirin 2 cenazeyên din jî hatin teşxîskirin

Ji 12 kesên li Hezexê di bomberdûmana helîkopterên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, 2 cenazeyên din hatin teşxîskirin.

Li bejahiya gundê Hespistê yê navçeya Şirnex Hezexê, di 24'ê Sibatê de di encama bomberdûmana helîkopteran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wan nasnameyên 2 kesan hatin diyarkirin. Malbatên Sebahat Erşek (30) û Şivan Akbaş (26) cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê teşxîs kirin. 

Piştî kar û barên fermî yên li nexweşxaneyê wê cenaze bên wergirtin û cenazeyên Erşek bibin Hezexê, cenazeyê Akbaş bibin gundê Telatê yê Nisêbînê.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê 7 cenazeyên ji Cizîrê, 5 cenazeyên ji Hezexê, hene.