BI DÎMEN

Şervanê YPG’ê Johnston li Sydneyê hat bîranîn

Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî yê bi nasnav Bagok Serhed (Ashley Johnston) yê ku li Rojava di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.

Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî yê bi nasnav Bagok Serhed (Ashley Johnston) yê ku li Rojava di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.

Bîranîna ku li bajarê Sydneyê hat lidarxistin, ji 4 parçeyên Kurdistanê Kurdistanî û Awûstûryayî beşdar bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin û bi gotina sirûda neteweyî ya Awûstûrya û Ey Reqîb re destpê kir.

Di bîranînê de Berdevka Partiya Lîberal New Soûthwhell Jûlîan Leeser axivî û diyar kir ku bi şoreşa Rojava re gelê Kurd nas kirine. 
Leeser wiha got: “Em bi gelekî wiha re dijîn, em pir keyfxweş û bi rûmet in”

Piştî axaftina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aevîver û şûn de, hunermend Xanemîr û Hozan Roj helbestên ku li ser şehîdên şoreşê vehunandî gotin. Bîranîn bi dirûşmên “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.