Demîrtaş: Talîmata êrîşa Girê Spî ji Enqereyê hat dayîn
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Mîtînga Aştiyê ya li Mêrsînê axivî, got talîmata êrîşa Girê Spî ji Enqereyê hatiye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Mîtînga Aştiyê ya li Mêrsînê axivî, got talîmata êrîşa Girê Spî ji Enqereyê hatiye.
Demîrtaş wiha axivî: “Bi zilmê desthilatî ava kirin. Ji Geverê, Hezexê ditirsin. Tirs fêdê li ecel nake. Em ê li hember faşîzmê li ber xwe bidin. Navê hêviyê HDP’e ye. Kulîlkên Newrozê wê vekin, kulîlkên biharê wê vekin, em ê bi serbilindî derkevin qadên aştiyê. Hûn ê çi bikin? Wek Serokwezîrê herî zalim tê li dîrokê bê nivîsandin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Mîtînga Aştiyê ya li Mêrsînê bi tevlîbûna bi hezaran kesî pêk hat de amade bû. Axaftina vekirinê ya mîtînga bi rêzgirtinê destpê kir Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mersînê Selman Gunbat kir. Gunbat banga xwedîderketin berxwedana li Kurdistanê li her kesî kir. Piştî Gunbat, Demîrtaş derket ser dikê, gel silav kir, wiha got: “Ez bejna xwe li ber vê îradeya we ya bi coş ditewînim.”
‘TÊKOŞÎNA ME DIDOME’
Demîrtaş got berê jî di mîtîngan de bi gelê Mersînê civiyan e, anî ziman ku di pêvajoyek dîrokî de dîsa bi gelê Mersînê re li cem hev in. Demîrtaş got demên zor derbas kirine û hatina van rojan, bi bîr xist ku niha rojên zor dijîn. Demîrtaş îfade kir ku bi têkoşîna gel hatine vê nuqteyê, ragihand ku wê van rojên zor jî bi têkoşîna gel têk bibin. Demîrtaş da xuyakirin ku gelê israr dike wê bi ser keve, wiha dewam kir: “Yekane hêza demokrasiya Tirkiyeyê em in. Em ne ji Tansû ne Demîrel ne Tayyîp ne jî ji Davûtoglû tirsiyan.”
AKP LI HEMBER GELÊ KURD ŞER DA DESTPÊKIRIN
Demîrtaş got AKP’ê li hember gelê Kurd dest bi şer kiriye, wiha dom kir: “An hûn ê teslîm bibin an jî bimirin. Ev vebijêrk dan pêşiya me. Kuştin û mirin nabin vebijêrk. Me got ka werin em li ser masê çareser bikin. Li hember me bi poz bilindî, heşa te digot qey me xulukandine disekinîn.”
'BASKÊN ME HENE EM DIKARIN BIFIRIN'
Demîrtaş diyar kir ku hikumeta AKP'ê ji Kurdan xwestiye ku bikeve bin baskên wê û wiha got: "Baskên me hene, em jî dikarin bifirin. Eger wê bibe wê baskên me li ba hev be êdî."
'DAIŞ Û EL NUSRA LEŞKERÊN DAVUTOGLU NE'
Demîrtaş hikumeta AKP'ê ji ber polîtîkayên Sûriyeyê jî rexne kir û got Serokwezîr Davutoglu bi feraseta Osmanî tevdigire. Demîrtaş anî ziman ku Serokwezîr Davutoglu li Sûriyeyê aşitiyê naxwaze û tenê Davutoglu û El Nusra li hemberî agirbestê derdikevin. Demîrtaş destnîşan kir ku roja destpêkê ya agirbestê çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Girê Sipî kirine û wiha pê de çû: "DAIŞ û El Nusra leşkerên Davutoglu ne. Fermanê ji Enqereyê digirin, êrîş dikin."
'JI GEVERÊ, HEZEXÊ DITIRSIN'
Demîrtaş di axaftina xwe de balê kişand ser komkujiyên li Kurdistanê û got yên li Tirkiyeyê aşitiyê dixwazin sûcdar têne îlan kirin. Demîrtaş got ku hikumeta AKP'ê ji alîgirên aşitiyê ditirse û wiha got: "Ji Geverê, ji Hezexê ditirsin. Feyda tirsa ji mirinê tune ye. Wê Ezraîl were. Gelek kes ji bo piştgiriya gelê Cizîrê çûn navçeyê û tevî gel di jêrzemînan de man. Me hewl da ku em van kesan wergirin. Lê, me nekarî. Exlaqê şer heye, lê ev bêexlaq in."
'EM Ê LI HEMBERÎ FAŞÎZMA TE LI BER XWE BIDIN'
Demîrtaş êşkenceyên ku li cenazeyan tê kirin jî bibîrxist û got "Em ê li hemberî faşîzma te li ber xwe bidin. Tercîha me ev. Ey Davutoglu tu yê rûyê rojê nebînî. Wê qesr hilweşin. Wê dîrok te di rûpelelekê de binivîse û bêje 'Serokwezîrê zalim.'
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku HDP navê hêviyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî "Wê kulîlkên Newrozê bibişkivin. Wê kulîlkên biharê bibişkivin."
Piştî axaftina Demîrtaş, mitîng bi dawî bû.