YPG’’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî ku li Eşrefiyê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî ku li Eşrefiyê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.

Navenda çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Rexmê ku hêzên me li gor agirbesta ku di giştî Sûriyeyê de hat îlankirin tevdigerin jî êrîşên çeteyan bê navber berdewam dikin. Çeteyên El Nusra, Ehrar El Şam û Firqa 16, 27’ê Sibatê (îro) saet 12.00’an ji çend aliyan ve bi çekên giran û topên cehennem û hewanan avetin ser taxa sivîlan. Di heman demê de çeteyan ji bejahî jî êrîş birin herêma Dibistana El Axtal, çerxerêya Cendol û Mesbeh.

Wekî me di daxuyaniyên berê de jî gotibû em li gor agirbestê tevdigerin, lê li hember êrîşên çeteyan jî bê bersiv namînin. Di vê çarçoveyê de hêzên me bersivên tund dane êrîşên çeteyan. Di şerê çeteyan de hevalekî me jî gihiştiye şehadete.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soza şopdariya rêya şehîdan nû dikin û sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin.”

Nasnameye şervanê YPG’ê wiha ye:

Nasnav : Amed Amanos

Nav û Paşnav: Muhemed Emîn

Navê Dayikê: Selam

Navê Bav: Arif

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn/ Mehreste Xan

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê 27/02/2016