Nisêbîniyan ji bo Egîd merasîmek bi heybet li dar xistin
Endamê YPS’ê Aydin Guner (Egîd) ê li Cizîrê di şerê bi dewletê re jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê bi merasîmek bi heybet ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê endamê YPS’ê Aydin Guner (Egîd) ê 27 salî ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di şerê bi hêzên dewletê re jiyana xwe ji dest da, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi merasîmek bi tevlîbûna hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîma ku ala PKK’ê û posterê Guner hat vekirin de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêheval Egîd Nemir e”, “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir de dayika Guner Şefîka Guner axivî, wiha bertek nîşan da: “Erdogan çi ji Kurdan dixwaze? Xwedê êşa ewladan bide wî jî.”
Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Celal Ata jî wiha axivî: “Wê xwîna şehîdên me li erdê nemînin. Têkoşîna şehîdên me yên ji bo pêşeroja gelên Kurdistanê bedenên xwe dikin mertal wê rêya me ronî bikin. Îro careke din em dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin diyarkirin.”
Piştre di pêşengiya ciwanên ku darbest dan ser milên xwe de ber bi Goristana Şehîdan meşê destpê kir. Di meşê de bi dirûşmeyan terora dewleta Tirk hat lenetkirin. Esnafan derabeyên xwe girtin û tevlî meşê bûn, alên PKK hatin vekirin û bi dirûşmeyan berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.
Girseya piştî li Goristana Şehîdan cenazeyê Aydin Guner spart axê, dîsa rêz girt. Di merasîma ku bi lorikên dayika Guler kêliyên hestiyar ava bûn de piştî zarokan gor bi kulîlkan xemilandin bi dawî bû.
Malbata Guler, li Mala Şînê ya li Taxa Devrîm wê sersaxiyan qebûl bike.