Li Amedê rewşa ciwanê ku polîsan ji serê wî birîndar kirin giran e
Li Amedê di encama êrîşa polîsên Tirk a li hember meşa ji bo Sûrê, ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ji serê xwe birîndar bû.
Li Amedê di encama êrîşa polîsên Tirk a li hember meşa ji bo Sûrê, ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ji serê xwe birîndar bû.
Li Amedê meşa ji bo şkandina dorpêça li ser Sûrê rastî êrîşên polîsên Tirk hat, ciwanek ji serê xwe birîndar bû. Li kuçeya 80. a li Taxa Mevlana Halît a li navçeya Rezan a Amedê polîsên Tirk bi guleyan ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ji serê wî birîndar kirin.
Piştî Yilmaz ji serê xwe gule xwar, hemwelatiyên li derdorê rakirin nexweşxaneyeke taybet. Hat diyarkirin ku rewşa Yimaz giran e.
Hemwelatiyên ku bûn şahidê bûyerê, ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin.