Li bajarê Silêmaniyeyê, komek ji rewşenbîr û beşên cuda yên civakê, saet di 11:00 de li Parka Azadî li hev civiya û dest bi greva birçîbûnê kir. Beriya destpêkirina çalakiyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û hat gotin, "Weke gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo destekkirina berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li hemberî gelê me yê sivîl, em dest bi greva birçîbûnê dikin."
'BAŞÛR BI WE RE YE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku cihgirtina li cem gelê Bakurê Kurdistanê wezîfeyeke neteweyî. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Rejîma dewleta Tirk bi binpêkirina hemû qanûnên mafên mirovan û pîvanên demokrasiyê re, qanûnên navneteweyî dipelixîne. Tirkiye di heman demê de pêşî li koça penaberan vedike û bi vî rengî gefê li Ewropayê dixwe. Di heman demê de rêya çeteyên DAIŞ'ê vedike û tehdîtê li welatên Ewropayê dike. Dewleta Tirk ji bo tinekirin û komkujiyê êrîşî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dike. Bi tenê di nava du mehên dawî de bi dehan zarok jî di nav de zêdeyî 400 welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Sedemeke din a ewçend dîn û harbûna AKP'ê, serketina gelê me ya di hilbijartinan de bû.
Weke rewşenbîr, aktîvîstên sivîl, hîndekarên zanîngehan, xwendekar, jin, karker, mirovên ji her beş û pêkhateyên gelê Kurdistanê, em protestokirina êrîşên dewleta Tirk û Erdogan ên li hemberî gelê me, destekkirina berxwedana gelê me yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji xwe re weke wezîfeyekê dibînin. Di vê çarçoveyê de em dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê bidome, dikin. Ji vê derê em ji xwişk û birayên xwe yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re dibêjin ku em bi wan re ne û dixwazin mesaja 'Bi hemû hestên xwe yên Kurdewariyê re Başûr bi we re ye' bidin.
'EM HEMÛ BI PKK, GERÎLA Û ŞERVANAN RE NE'
Weke bajarê Silêmaniyeyê, em bi berxwedana Amed, Silopiya, Cizîr, Mêrdîn, Botan, Şirnex, Gever, Wan, Bedlîs, Dêrsim û tevahiya Bakurê Kurdistanê re ne. Em hemû bi Qendîlê, bi Amedê re ne. Em hemû bi HDP'ê re ne. Em hemû bi PKK, bi gerîla û bi şervanan re ne.
Herî dawî em careke din dibêjin ku heta dawiyê em ê bi berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re bin û serketin wê ya gelê Kurd be."