Hiş û guhê xizmên windayan jî li Sûrê ye

Çalakiyên xizmên windayan vê heftê jî li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dewam kir.

Çalakiyên xizmên windayan vê heftê jî li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dewam kir. Di çalakiya Amedê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser rewşa welatiyên li Sûrê asê mane û diyar kir, Walîtiya Amedê nehiştiye ew biçin welatiyan werbigirin.

ÊLIH

Çalakiya xizmên windayan û ÎHD’ê ya ku bi daxwaza winda bên dîtin û faîl bên darizandin tê kirin, di hefteya 368’emîn de berdewam kir. Vê hefteyê jî çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan a li serê Kolana Gulîstan hate lidarxistin û Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, rêveberên ÎHD, MEYA-DER, HDP, DBP, nûnerên saziyên civaka sivîl, dayikên aşîtiyê, malbatên windayan û gelek kes amade bû. Malbatan wêneyên zarokên xwe hildan û li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. 

Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û bal kişand ser aqûbeta windayan û daxwaz kir ku pêvajoya şer û pevçûnan bi dawî bibe û aşîtiyek birûmet pêk were. 

Piştî Bagatir, endamê ÎHD’ê Prz. Devran Yildiz daxuyaniya vê heftê xwend û diyar kir ku di sala 1993’an de li Xarpêtê Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Xarpêtê Prz. Metîn Can û parêzvanê mafê mirovan Dr. Hasan Kaya ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin û got ku ev bû 23 sal in hê jî aqûbeta van hevalên wan ne diyar e. Yildiz di berdewama axaftina xwe de kurte çîroka herdû parêzvanê mafê mirovan vegot û got bila demildest kujer û faîlên wan ên diyar bên dîtin. Yildiz da zanîn ku ew ê di rêça hevalên xwe ya parêzvaniya mafê mirovan de bimeşin û got ku ew ê têkoşîna hevalên xwe xurtir bikin. Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat. 

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û ÎHD'ê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 97'emîn li Kolana Hunerê hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê ve hatî qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD'ê, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aşitiyê û gelek welatî amade bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Mehmet Zekî Yilmaz ê ku di sala 1994’an de ji aliyê JİTEM’ê ve hatî windakirin hate pirsîn.

Biraziyê Mehmet Zekî Yilmaz, Omer Yilmaz çîroka mamê xwe vegot û anî ziman ku li gel ku malbata Yilmaz serî li gelek dadgehan daye jî heya niha ti encam nehatiye bidestxistin. Malbata Yilmaz diyar kir ku ewê heya dawî li pey doza Yilmaz bin û ji bo kujerên wî werin darizandin ewê li her qadê tekoşînê bidin. Piştî vegotina çîroka Yilmaz 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

AMED

Li Amedê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê di hefteya 368'emîn de li Parka Koşuyoluyê civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Cuneyt Aydinlar ê ku di sala 1994'an de ji aliyê polîsan ve hate windakirin hate vegotin. 

Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî beriya çalakiya rûniştinê axivî û balê kişand ser rewşa welatiyên ku li Sûrê di bin êrîşên hêzên dewletê de di malên xwe de asê mane. Bîlîcî da zanîn ku wan weke 5 saziyên civaka sivîl ji bo welatiyên sivîl wergirin pêşniyar birine Walîtiya Amedê lê walîtî daxwaza wan qebûl nekiriye. 

Pişt re çîroka windakirina xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê ku di 18'ê Sibata 1994'an ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin lê ji wê demê ve ye agahî jê nehatiye girtin, hate vegotin.  Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. 

ÎZMÎR 

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan li Îzmîrê jî li ber Sumerbanka Konakê daxuyanî dan. Di çalakiya vê heftê de çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê ku di sala 1994'an de li Gevera Colemêrgê hate binçavkirin û Metin Can û Hasan Kaya yên ku di sala 1993'an de hatin binçavkirin û ji wê demê ve ye ti agahî ji wan nehate girtin, hate vegotin. 

Piştî çîrokên Yilmaz, Can û Kaya hate vegotin, kurê Yilmaz, Emrah Yilmaz nameya ku ji bavê xwe re nivîsandibû xwend. Piştî xwendina nameyê, çalakiya rûniştinê hate kirin.