Jêrzemînên wehşetê hînê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne
Jêrzemînên Cizîrê ku bi sedan sivîlên birîndar bi awayekî wehşî ji aliyê hêzên dewletê ve lê hatin qetilkirin, hînê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne.
Jêrzemînên Cizîrê ku bi sedan sivîlên birîndar bi awayekî wehşî ji aliyê hêzên dewletê ve lê hatin qetilkirin, hînê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ne.
Hêzên dewleta Tirk, ji aliyekî ve enqaza jêrzemînan dirijîn qiraxa Çemê Dîcleyê, li aliyê din jî nahêle kesek xwe nêzî van jêrzemînên wehşetê bikin.
Êrîşên hêzêan dewleta Tirk ên li navçeya Şirnex Cizîrê di roja 76. de dewam dikin. Tevî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala di 11'ê Sibatê de got, "Operasyon qediya ne", li navçeyê hînê dorpêçî û dagirkerî dewam dike. Hêzên dewleta Tirk nahêlin kesek xwe nêzî jêrzemînên wehşetê yên ku bi sedan birîndar bi hovane lê qetil kirin.
Mirovên dixwazin biçin herêmê tên binçavkirin. Polîs û leşkerên Tirk bi kepçeyên zirxî enqaza li jêrzemînan radikin û ji bo şopa hovîtiya xwe nehêlin vê enqazê dirijînin qiraxa Çemê Dîcleyê.
Hêzên dewleta Tirk ên li Cizîrê mora xwe danîn binê wehşeteke mezin, ala Tirkan bi hin avahiyan ve kirin.