Dorpêçiya li ser Dêrikê rabû, rûyê hov ê AKP'ê xuya bû

Li Dêrikê bi rakirina qedexeya 9 rojan re, gel derket derve. Ji ber êrîşa hêzên dewletê gelek mal tarûmar bûn. Hêzên dewletê yên êrîşî avahiya şaredariyê kirin, ode serûbin kirin û aleke mezin a Tirk bi vir ve kirin.

Qedexe û dorpêçiya li navçeya Mêrdîn Dêrikê, piştî 9 rojan danê vê sibehê hat rakirin.

Dewleta Tirk beşek ji hêzên xwe yên şandibû vê derê vekişand. Gelê navçeyê danê sibehê derket derve û hovîtiya dewletê li navçeyê kirî, lêkolîn kir.

Bi taybetî li taxên Dag, Kale û Cevîzpinarê ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk gelek xanî û dikan hatin hilweşandin. Çekdarên dewleta Tirk eşyayên li gelek malan derxistin derve û avêtin naverastê.

Li ser dîwarên malan jî nivîsa "Em hatin, hûn tinebûn", "TC" nivîsandin.

Hêzên dewletê yên piştgirî girtina hevşaredaran avêtin ser avahiya Şaredariyê, avahî serûbin kirin.

Di bin navê "lêgerînê" de dest danîn ser gelek hard dîskên kompûterên li avahiyê û tabelayên bi Kurdî yên li dîwêr, daxistin.

Li avahiya şaredaredariyê ku hemû alav ji hev hatin xistin, odeyên hevşaredaran jî hatin talankirin. Balkêş e çekdarên dewleta Tirk li odeya hevşaredaran aleke mezin a Tirk daliqandin.

Gelê navçeyê mala xwe dimale, alavên xwe komî ser hev dike. Li ser girên jorî navçeyê jî maşînên zirxî bi cih bûne.

...