Rayedaran cenaze tevlîhev kirin
Malbata Yilmaz Geçîm ê li Cizîrê hat qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyê xwe hat Silopiyayê. Lê belê rayedaren Saziya Tipa Edlî ji malbatê re ragihand, ku cenazeyê wan ji aliyê malbateke din ve hatiye wergirtin.

Malbatên 4 kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, bi diyarbûna encama testa DNA re ji bo wergirtina cenazeyan hatin Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê. Malbatên Mûrat Tûnç, Yilmaz Geçîm, Mesût Ozer û Cengîz Gerem ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan kirin.
Rayedarên Saziya Tipa Edlî ji malbata Yilmaz Geçîm ragihand, malbata Ferhat Karadûman gotiye cenaze yê zarokê wan e û cenaze bi xwe re biriye. Lê belê malbata Geçîm li wêneyê ku malbata Karadûman bir li Silopiyayê veşart temaşe kir û got ku ev wêne ne yê kurê wan e.
Vê yekê rê li ber fikaran vekir, ku cenaze û nûmarayên DNA hatine tevlîhevkirin.