'Bi dil, mejî û keda xwe re em tevlî berxwedana Sûrê bibin'

DEM-GENÇ û ODGK bang li ciwanên Amedê û tevahiya Kurdistanê kirin, ku heta dorpêçî li ser Sûrê bê rakirin, her li ser piya bin û gotin, "Bi dil, mejî û keda xwe re em tevlî berxwedana Sûrê bibin."

DEM-GENÇ û ODGK (Jinên Ciwan ên Azad Demokratîk) li ser Sûrê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û dan xuyakirin, ku ciwanên Kurd û jinên ciwan ên welatparêz, li çar aliyên Kurdistanê bi rengekî ku li cîhanê nehatiye dîtin berxwedaneke bi heybet nîşan didin.

DEM-GENÇ û ODGK destnîşan kirin, ku gelê li Cizîr û Sûrê û ciwanên Kurdistanê, bi sekna xwe ya rizgarkirina rûmet û mirovahiyê re hêviyê diafirînin, sibreoja azad ava dikin û gotin, "Sûr ev 88 roj in li ber xwe dide û niha dor a me ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Cizîrê yê bi rûmet pîvana berxwedanê destnîşan kiriye hat gotin, "Lê belê çeteyên AKP'ê bi barbarî komkujiyek kirin. Em ê vê ji bîr nekin û em gelekî bi hêrs in. Gelê me yê Cizîr û Sûrê nîşanî me dan ku bêyî ji bîr kirinê divê çawa were jiyîn û çawa berxwedan bê nîşandan."

Di dawiya dxuyaniyê de bi gotina "ciwanên welatparêz ên Amedê û jinên ciwan ên leheng ên Amedê yên hêja" ev bang hat kirin: "Azadiya Sûrê azadiya me ye. Heta dorpêçî were rakirin em bang li tevahiya ciwanên Amedê û ciwanên Kurdistanê dikin ku li ber xwe bidin. Bi dil, mejî û keda xwe re em tevlî nava berxwedana Sûrê bibin. Yekane rêya jiyaneke azad û b rûmet berxwedan e. Pîvana berxwedanê jî Sûr e."

Ji bo meşa mezin a îro saet 13:00 a li Koşûyolû ya Sûrê banga tevlîbûnê hat kirin.