Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da

Ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz ê di meşa ji bo Sûrê de ji serê xwe ve birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Di meşa ji bo rawestandina dorpêçkiran li navçeya Sûrê ya Amedê de polîsan êrîşî girseyê kir û di êrîşê de ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz(22) ê ji aliyê polîsan ve li kuçeya 80'yemîn a li Taxa Mevlana Halît a li navçeya Rezan a Amedê ji serê xwe giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Yilmaz ê ku rakirin Nexweşxaneya Memorîalê li gel hemû mudaxileyan dîsa jî jiyana xwe ji dest da.