Li Colemêrgê sewqiyata leşkerî
Di ser kolana Cengîz Topel a navçeya Colemêrg Geverê zêdeyî 30 maşînên zirxî sewqî xeta sînor a li Şemzînanê hat kirin.
Di ser kolana Cengîz Topel a navçeya Colemêrg Geverê zêdeyî 30 maşînên zirxî sewqî xeta sînor a li Şemzînanê hat kirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku bi mehan e sewqiyata leşkerî lê tê kirin, di ser kolana Cengîz Topel re zêdeyî 30 maşînên zirxî ber bi xeta sînor a li Şemzînanê ve hatin veguhastin. Di dema vê sewqiyatê de welatiyan parçeyên qeşayê avêtin maşînan û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Piştî ku sewqiyat qediya, maşînên zirxî yên kobra, tevî ku ti çalakî û bûyer tinebû êrîşî mirovên li xaçerêya girtîgeha berê kirin û gule li mirovan reşandin.
Gel nerazîbûn nîşan da û hêzên dewleta Tirk li ser vê yekê ji neçarî xwe vekişandin.