YPG: Li Şêxmeqsûd û Tişrînê gelek çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku şerê li hemberî çeteyên êrîşî Şêxmeqsûd û Bendava Tişrînê kirin de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
YPG'ê da xuyakirin, ku şerê li hemberî çeteyên êrîşî Şêxmeqsûd û Bendava Tişrînê kirin de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 26'ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî êrîşên ji herêmên Seken Şebab û Mesbehê hatin kirin şerekî dijwar qewimiye û hat gotin, "Tevî ku hat tespîtkirin di vî şerî de gelek çete hatine kuştin jî, hejmar nehat zelakirin.
Komên çete heman rojê li xaçerêya Eşrefiyê û li ser rêya Cendolê jî êrîşî hêzên me kirin. Di şerê li xaçerêya Eşrefiyê de bi qasî hatiye tespîtkirin 3 çete hatine kuştin. Li ser rêya Cendolê, hêzên me yên bersiv dan êrîşa çeteyan, 3 nuqteyên çeteyan rûaxndin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."
Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî dewam kir:
"Sibeha 27'ê Sibatê, çeteyên DAIŞ'ê DAIŞ'ê êrîşî başûrrojhilatê Bendava Tişrînê kirin. Li ser destwerdana hêzên me şer derket û heta saet 08:00 dewam kir. Kuştî birîndarên çeteyan ên di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Komên çete yên ku êrîşa wan hat şikandin, piştre bi çekên giran û topên hawanê êrîşî başûr û rojhilatê Bendava Tişrînê kirin.
Roja 27'ê Sibatê saet di navbera 05:30 û 09:00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî gundê Qereqozaxê yê li başûrrojavayê Kobanê kirin."