KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên dewleta Tirk li Hezexê malan talan dikin!
Hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk li Hezexê kepengên cihê kar ên li ser rêya Kolana Sanat û Rêya Qonaxa Hikûmetê şkandin û dest bi talanê kirin. -
Hevseroka DBP'ê ya Wanê hate binçavkirin
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman, di saetên şevê de li pêşiya avahiya bajar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
Li Hezexê terora AKP’ê: Mal tên şewitandin
Hêzên dewleta Tirk li Hezexê êrîşî taxan jî dikin. Hate hînbûn ku li Taxa Yenî, hêzên dewletê nêzî 6-7 mal dan ber agir. -
Girtiyên Kurd bi tehdîda mirinê re rû bi rû ne
Memet Tûfan ku li Girtîgeha Kocaeliyê girtî ye, li malbata xwe geriya û wiha got: “Elektrîkê didin canê me. Bi lezgînî bigihêjin hewara me, wê me bikujin.” -
Cenazeyê Orhan Tûnç nehat dayîn
Cenazeyê Orhan Tûnç ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin, bi hinceta “kêmahiya personelan” nedan malbatê. -
Cenazeyê Nûrûllah Akbaci hat teşxîskirin
Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16) yê di êrîşa hewayî ya li Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê hat teşxîskirin. -
Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê dest bi çalakiya nobedê kirin
Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê, ji bo Sûrê beşdarî çalakiya nobedê ya li Navendea Çandê ya Dicle Firatê bûn. -
DBP û HDP: Em tevlî merasîma Mehmet Tûnç û birayê wî bibin
DBP û HDP’ê ji bo merasîmên cenaze yên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ku sibehê wê li Şirnexê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Cenazeyê 7 kesan li goristana bêkesan a Dîlokê defin kirin
Saziya Tipa Edlî, ji 20 cenazeyan, cenazeyên 7 kesên nasnameya wan nehat naskirin, li goristana bêkesan a Dîlokê defin kirin. -
YNK: Dewleta Tirk dest danî ser dahatûya petrolê ya Başûrê Kurdistanê
Sekreterê Komîteya Navenda YNK’ê Mûrat diyar kir ku dewleta Tirk ji bo YNK û Tevgera Goran nêzîkatiyên xwe yê têkildarî mijara Rojava û Bakurê Kurdistanê biguherin, ev 6 meh in dest danî ser dahatûya petrolê ya herêma Kurdistanê. -
Nasnameya şervana YPJ’ê ya li Şeddadê jiyana xwe ji dest da hat eşkerekirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya di pengava ‘Xezeba Xabûrê’ de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Li Fransayê Cemên Xizir: Elewî li cem Kurdên berxwedêr in
FEDA li Fransayê cemên Xizir organîze kir, banga xwedîderketina berxwedana gelê Kurd kir. -
YPS: 11 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di şerê li Sûr, Nisêbîn û Hezexê de 11 çeteyên Qesrê hatine kuştin. -
Li hember qadên gerîla êrîşa obus û hewanan
Li ser qadên gerîla êrîşa artêşa Tirk bi obus û hewanan dewam dike. -
'Tirkiyeyê li Kaniya Xezalan cih da çeteyan'
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ayhan got, "Endamên rêxistinên çete DAIŞ, El Nûsra û Erar el Şam li hin cihên Kaniya Xezalan biryargeh avakirin." Ayhan nerazîbûn nîşanî êrîşkariya AKP'ê da û xwest, hurmet ji vîna Rojava re bê nîşandan. -
Irmak: Em ber bi Sûrê ve biherikin; pêşî li komkujiyê bigirin
Hevseroka KCD'ê Irmak ev bang kir: "Em nehêlin li Sûrê komkujî bê kirin. Em destûrê nedin trajediyekê. Divê gelê me ber bi Sûrê ve biherike." -
Hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî ya Sêrtê hat binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî ya Sêrtê Benda Erdemcî, bi îdîaya "heqaret li serokkomar kiriye" hatin binçavkirin. -
Demîrtaş: Divê her kes ber bi Sûrê ve bimeşin
Hevserokên Giştî yên KCD, HDK, HDP û DBP'ê, li dijî dorpêçî û êrîşên li hemberî Sûrê, ku ket roja 90. bang kirin. -
Mehmet Tûnç û birayê wî wê li Şirnexê werin veşartin
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, wê sibe li Şirnexê werin veşartin. -
TEV-DEM: AKP û çeteyên dûvikê wê êrîşî Rojava dikin
TEV-DEM'ê, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û desteka dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ'ê re, bang li civaka navneteweyî kir. -
Li Şirnexê li dijî maşîna leşkerî çalakiya bi roketê
Li Şirnexê duh bi şev li dijî maşîneke zirxî ya leşkerî çalakiyeke bi roketê hat lidarxistin. Şerê piştî vê çalakiyê rû da heta danê sibehê dewam kir. -
Şerê li Hezexê dewam dike
Li Hezexê, ku gel li dijî terora dewleta Tirk li ber xwe dide, topbaran û şer dewam dike. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî dike
Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî başûrê Girê Spî dike. -
Nursel Dalmiş li ber xwe da û şehîd ket
Nursel Dalmiş a di qatlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi nîşeya "Li şûna mirinekê bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnekê bi berxwedêrî çêtir e", li pey xwe neteslîmbûn, berxwedan û bawerî hişt. -
Li Nisêbînê hêzên dewletê tevahiya şevê êrîş kirin
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ên bi maşînên zirxî dor li taxên berxwedanê girtine, bi çekên giran gule li gel reşandin. Êrîşê danê êvarê destpê kir û heta ber destê sibehê dewam kir.