TEV-DEM: AKP û çeteyên dûvikê wê êrîşî Rojava dikin

TEV-DEM'ê, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û desteka dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ'ê re, bang li civaka navneteweyî kir.

Komên çete yên DAIŞ’ê di 27’ê sibatê ji sînorê Tiriyê û bajarê Reqa êrîşî bajarê Girê Spî kirin. Gelek aliyan li Rojava êrîş şermezarkirkirin. Têkildarî mijarê TEV-DEM’ê jî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Bi destpêka hevpeymana Amerîka û Rûsya ku bi piştgiriya Civaka Navdewletî hate kirin, her wiha agirbesta li Sûriyê ku piştî nakokiyên li pêşiya siyasî û aştiyane ya li Sûriyê di encama gelek hewldanê pêk hat. Di heman demê de çembera li ser gelek bajarên Sûriyê hate vekirin, di hemû rewşan de ev hevpyemana agirbestê erênî tê hesibandin. Li ser wî esasî divê pişgiriya agibestê bê kirin, me jî helwesta xwe ya erênî nîşanî vê gavê da.

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyên cuda teqez kirin ku ew ê li gorî hevpeymanê tevbigerin û bang li hemû aliyan kirin ku alîkar bin û li gorî hepeymanê tevbigerin û gotin ku ew ê tenê mafê xwe yên parastina rewa pêk bînin. Helwesta hikûmeta Tirkiyê xwe wekî aliyekî ziyan ji agirbestê dîtiye derkete holê. Tirkiyê dinere ku hevalbendên wê ti sûdê ji agibestê wernagirin. Piştî serketinên ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Rojava bidestxistin û rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ji komên çete yên projeya demorkatîk a Sûriyeya qebûl nakin. Hikûmeta AKP’ê di gaveke binpêkirina biryar û yasayên navneteweyî de herêmên Efrînê û Herêmên Şehba topbaran kirin. Armanca wan ji wê yekê jî piştgiriya komên çete dike da ku ezmûna Rojava ku wê bibe nimûneya projeya demokratîk a avakirina Sûriyeya pêşerojê têk bibin.

Piştî têkçûna planên AKP’ê û komên çete yên girêdayî wan ku li herêmên Efrînê û Şehba pêk hat, her wiha di encama berxwedana gelê herêmê ji kurd, ereb û tirkmanan herêma Şedadê bi destê hêzên QSD’ê hate rizgarkirin. Dewleta Tirkiyê vê carê berê çeteyê xwe da Girê Spî ku bûye sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan.

Di 27’ê Sibatê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Girê Spî û bajarokê Silûk kirin. Çeteyên êrîşkar ji aliyê Tirkiyê re derbasî herêmê bûn, di heman demê de jî hin çete ji aliyê Reqqa êrîş kirin. Di heman dema çeteyan êrîş kirin, çekên giran û navîn ji aliyê Tirkiyê ve bi hate teqandin. Çete ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve derbasî herêmê bûn û êrîşên xwe pêk anîn. Tevî hemû pişgiriya Tirkiyê ya ji çeteyan re û gelereşandina wan hêzên YPG, Asayîş û QSD’ê bersiva hemû êrîşên Girê Spî dan, şerên demî hîn jî li hin noqteyên başûrê herêmê dewam dikin.

Êrîşên plankirî piştî çend deqeyan ji destpêka biryara agibestê ya li herêmên Sûriyê rastiya helwesta dewleta Tirk a li dijî agirbesta li Sûriyê zelal dike. Di heman demê de diyar dibe ku komên çete eger êrîşên xwe li cihekî rawestînin wê êrîşên xwe li cihekî din pêk bînin. Ên ji êrîşên çeteyan ku bi alîkariya hin hêzên herêmî ku ji pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê dibînin pêk tên ziyanê dibînin gelê meye.

Em di TEV-DEM’ê de di dema şermezarkirina pişgiriya Tirkiyê ya diyar ji çeteyên DAIŞ û êrîşên wan a li ser Girê Spî û herêmên din ên Rojava şermezar dikin, em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê berxwedana xwe heta pêkanîna azadiya gelê kur û hemû gelên Rojava, her wiha avakirina Sûriyeya demorkatîk a azad bidomînin. Em ji Civaka navdewletî daxwaz dikin ku berpirsyariyên xwe der barê kiryarên Tirkiyê û binpkirina wê ya sînorên dewleteke din, her wiha pişgiriya wan ji komên çete yên DAIŞ’ê re pêk bînin û hesab bixwazin.

Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdên sivîl û şervanên YPG û QSD’ê yên di berxwedana li dijî êrîşên komên çete ya li ser Girê Spî û gundên wê dixwazin. Em ji gelê xwe dixwazin ku li dora hêzên xwe yên leşkerî ku bûna sembola berxwedana li dijî terorê li hemû cîhanê kom bibin.”