Li Nisêbînê hêzên dewletê tevahiya şevê êrîş kirin

Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ên bi maşînên zirxî dor li taxên berxwedanê girtine, bi çekên giran gule li gel reşandin. Êrîşê danê êvarê destpê kir û heta ber destê sibehê dewam kir.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku dagirkerî û êrîşên lê dewam dikin, şev bi êrîşa hêzên dewletê derbas bû.

Ji maşînên zirxî yên li kolana Çaxçaxê û pêşiya nexweşxaneya berê bi cih bûbûn, gule li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Yenîşehîr û Dîcleyê hatin reşandin. Her wiha taxa Yeşîlkentê jî bû hedefa êrîşan. Car carna dengê teqînan jî hat bihîstin. Êrîşê heta danê sibehê dewam kir.