Li Fransayê Cemên Xizir: Elewî li cem Kurdên berxwedêr in

FEDA li Fransayê cemên Xizir organîze kir, banga xwedîderketina berxwedana gelê Kurd kir.

Li qad û bajarên Manta, Toûloûse, Nantes, Brotanya yên Fransayê, li dergahên Elewiyên Kizilbaş ên girêdayî FEDA’yê cemên Xizir hatin organîzekirin û semah hatin gerandin.

Di aktîvîteyan de li ser qetlîam û berxwedanên Bakurê Kurdistanê hatin rawestandin, hat diyarkirin ku divê Elewî li dijî zilmê li cem mazlûman cihê xwe bigire. Di aktîvîteyan de hat

destnîşankirin ku “Elewî rûyê xwe, dilê xwe, wijdanên xwe divê guhdar bikin, deng bide mazlûman. Ev doz, doza mirovahiyê ye” û wiha hat gotin: “Helwesta Elewiyên Kizilbaş ew e ku li hember qetlîaman serî natewînin û li hember zaliman çokan naşkînin.”

Piraniya tevlî ceman bû jî ji ciwan û jinan pêk hatin.