BI DÎMEN

'Tirkiyeyê li Kaniya Xezalan cih da çeteyan'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ayhan got, "Endamên rêxistinên çete DAIŞ, El Nûsra û Erar el Şam li hin cihên Kaniya Xezalan biryargeh avakirin." Ayhan nerazîbûn nîşanî êrîşkariya AKP'ê da û xwest, hurmet ji vîna Rojava re bê nîşandan.

Di kêliyên pêkhatina biryara agirbestê ya li Sûriyeyê de, çeteyên DAIŞ'ê di ser Kaniya Xezalan a Rihayê û Reqqayê re bi awayekî organîzeyî êrîşî bajarê Girê Spî yê di bin kontrola YPG û YPJ'ê de ye. Vê êrîşê desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan careke din raxist pêş çavan. 

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan rêxistinbûyîna çeteyan a li Kaniya Xezalan (Akçakale) û desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan ji ANF'ê re nirxand.

'ÇETEYAN LI KANIYA XEZALAN BIRYARGEH AVA KIRIN'

Ayhan da xuyakirin, ku ji roja rûdana krîza li Sûriyeyê û vir ve Tirkiye her tim polîtîkayek li ser bingeha dijberiya li Kurdan dimeşîne û ragihand, Tirkiye li vîn û şoreşa gelê Rojava dijminatiyê dike.

Ayhan diyar kir, ev dijminatiya Tirkiyeyê ya li destketiyên gelê Rojava hînê dewam dike û bibîr xist, bi pêngava azadkirian Girê Spî ya Hezîrana sala 2015'an re, piraniya çeteyên li vî bajarî derbasî nava Tirkiyeyê bûn.

Ayhan anî ziman, ku ev rewş ji aliyê raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ve tê dîtin û got, "Me wê demê jî gelek caran ragihand, ku ev karê çeteyan li Kaniya Xezalan li nava sînorên bajarê Rihayê de tên meşandin. Me bi xurtî destnîşan kir, ku çete di ser Rihayê re tên organîzekirin û li vê derê tevgereke berfireh a çeteyan heye. Piştî ku Girê Spî hat azadkirin, çeteyên ji wir reviyan li Kaniya Xezalan hatin bicihirin. Bi taybetî endamên rêxistinên çete DAIŞ, El Nûsra û Erar el Şam li hin cihên Kaniya Xezalan biryargeh avakirin. Û ji vê carê car caran êrîşî Girê Spî kirin. Me şahidî ji vê re kirin."

'TIRKIYE BI AWAYEKÎ VEKIRÎ DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE'

Ayhan bal kişand ser êrîşa vê dawiyê ya li hemberî Girê Spî û da zanîn, ku ev êrîş bi giranî ji aliyê çeteyên xwe ji nava Kaniya Xezalan a Rihayê berdane nava Girê Spî hatiye kirin û got, "Leşkerên Tirk ji Kaniya Xezalan car carna gule berdidan çeperên YPG û YPJ'ê yên li pêşberî xwe. Bi vê yekê re xwestin wê herêmê vala bike û bi korîdora bafirînin re çeteyan derbasî Girê Spî bikin. Û ji xwe ev kirin. Ev ti carî nayê qebûlkirin. Ev yek bi awayekî vekirî dijminatiya li Kurdan e. Dijminatiya li sîstema li Rojava bi ti awayî nayê qebûlkirin."

'TIRKIYE YEKSER TEVLÎ ŞER BÛYE'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da zanîn, ku Kurdên li Rojava dixwazin bêyî zerarê bidin welatekî cîranê xwe, dixwazin sîstema xwe bi vîna xwe ava bike

Ayhan ragihand, gelê Kurd tevî hemû nasnameyên cuda yên etnîkî û komên ji baweriyên cuda hewl de di nava model û sîstemeke demokratîk de bi hev re bijîn û got, "Dijminatiya Tirkiyeyê li vê vîna jiyana bi hev re ya gelên Rojava ne tiştekî bê qebûlkirin e. Her wiha ev polîtîkayên şaş, bi kêrî Tirkiyeyê jî nayên. Divê Tirkiye derhal êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan, êrîşên bi destê çeteyan dike, biqedîne. Ji xwe êrîş û şerê li aliyê Efrînê li hemberî Kurdan tê kirin, êdî ji şerê wekaletê jî derbas bûye. Tirkiye bi xwe yekser tevlî şer bûye. Li Girê Spî jî ev yek nîşan daye. Tirkiye û desthilatdariya AKP'ê çi dibin bila bikin, wê nikaribin vîna gelê Rojava bişikîne, wê nikaribin pêşî li vîna jiyana azad a gelên li Rojava bigirin. Pêwîste polîtîkaya xwe ya şaş a li wê derê, tavilê ji nû ve binirxîne."