YPS: 11 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di şerê li Sûr, Nisêbîn û Hezexê de 11 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), diyar kir ku konsepta şerê topyekun a dewleta AKP’a faşîst li dijî qadên xwerêveberiyên Kurdistanê daye destpêkirin, îro jî dewam kir.

YPS’ê destnîşan kir ku hêzên wan li dijî êrîşên çeteyan ên li ser qadên xwerêveberiyê bi hêza xwe û îradeya xwe berxwedanek dîrokî raber kirine û windahiyên mezin dane çeteyan. YPS’ê da xuyakirin ku di encama çalakiyên berxwedanê de li Sûrê 4, li Nisêbînê 1, li Hezexê jî 6 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de têkîldarî detayên şer ev hatin gotin:

“28’ê Sibatê danê êvarî, li navenda Hezexê, çete ji 3 baskan ve hewldana êrîşa taxan kirin. Li ser Cadeya Alanya hêzên me bersiv da, 2 leşker hatin kuştin.

Di heman demê de hêzên me çeteyên li ser rêya Midyadê yên hewl dan êrîşî taxê bikin jî ferq kirin û bersiv dan. Li vir jî 3 leşker hatin kuştin, 2 birîndar bûn. Çete bi wesayîtan hewl dan êrîşî taxan bikin, hêzên me bi çalakiya sûîqestê ve leşkerek kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Çeteyên nikarin bikevin taxan, bikaranîna teknîka zêde ve tax kirine hedef.

Her wiha di şerê li Nisêbînê de jî polîsek hat kuştin.

28’ê Sibatê di şerê li Sûra Amedê de 4 çete hatin kuştin. Dîsa çeteyên nikarin bikevin taxan, bi teknîka zêde tax kirine hedef.

Di heman rojê de, dema çalakiyan de çeteyan bi tankan 3 avahiyên 5 qatî kirin hedef û avahî bi temamî hilweşandine.

Ji destpêka berxwedana Sûrê ve, ji gundê Pîr Ahmet (Ahmetlî) a gîrêdayî Erxaniyê sercerdevanê bi nasnav Kadê, di tevahî êrîşên qetlîamê yên li hember gelê me de cih girtiye. Wê ji ber îxanetê li hember gelê me dike, ji vî cerdevanî hesab bê xwestin.

Kepçeyek li Taxa Cemal Yilmaz hewl dide rê veke, bû hedefa hêzên me. Kepçeya derbe xwar ji neçarî  vekişiya.”