Cenazeyê 7 kesan li goristana bêkesan a Dîlokê defin kirin

Saziya Tipa Edlî, ji 20 cenazeyan, cenazeyên 7 kesên nasnameya wan nehat naskirin, li goristana bêkesan a Dîlokê defin kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê bi çekên giran û kîmyewî zêdeyî 160 welatî înfazkirin. Cenazeyên welatiyan li Sîlopiya, Mêrdîn, Riha û Dîlokê belav kirin. Cenazeyên 20 kesan jî şandibûn Dîlokê. Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê cenazeyê 13 kesan teşhîs kir û dan malbatên wan. Saziyê nasnameya 7 cenazeyan tespît nekir û li goristana bêkesan a Dîlokê defin kir. Piştî hikûmeta AKP'ê di rêziknameya ATK'ê de guhertin çêkir, bi hinceta 15 roj derbas bûn û nasnameya wan nehat diyarkirin cenaze li goristana bêkesan hatin definkirin.