Irmak: Em ber bi Sûrê ve biherikin; pêşî li komkujiyê bigirin
Hevseroka KCD'ê Irmak ev bang kir: "Em nehêlin li Sûrê komkujî bê kirin. Em destûrê nedin trajediyekê. Divê gelê me ber bi Sûrê ve biherike."
Hevseroka KCD'ê Irmak ev bang kir: "Em nehêlin li Sûrê komkujî bê kirin. Em destûrê nedin trajediyekê. Divê gelê me ber bi Sûrê ve biherike."
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di civîna çapemeniyê ya Hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP'ê ya li Sûrê de axivî.
Irmak bibîr xist ku li Sûrê ev 90 roj in jin, zarok, ciwan hatine dorpêçkirin û bal kişand ser xeteriya komkujiyê.
Irmak got, "Dixwazin li Sûrê jî mîna Cizîrê mirovan qetil bikin. Mirovên me ji bo ku ji vê re bibêjin raweste li ber xwe didin. Niha ev têrê nake" û wiha axivî:
"Ev ji bo gelê me bangawaziya me ye. Banga me ji bo jin, ciwan hemû kesan e; em destûrê nedin qatlîameke li Sûrê, em destûrê nedin trajediyekê. Divê gelê me biherike Sûrê. Eger dorpêç bê rakirin û şer bi dawî bibin wê demê ev rewşa şer wê ji holê rabe. Ev şer girêdayî vê yekê ye. Eger dorpêç bê rakirin wê bend û xendek jî bên rakirin. Hêzên dewletê û yekîneyên taybet dibêjin em ê destûrê nedin. Dibêjin em ê bikujin, qetil bikin. Em jî heta ku dorpêç bê rakirin paşve gav neavêjin. Heta dorpêç ranebe wê berxwedana me bidome. Ji bo ku zarokên me neyên qetilkirin divê çi bekeve li ser milê me, em bikin."
Irmak bilêv kir ku heta roja Çarşemê bang li hêzên dewletê kirine û wiha axivî: "Vê dorpêçê rakin, bila mirovek jî nemire. Eger ev banga me bi cih neyê em ê bi berxwedana gelê xwe ve vê dorpêçê rakin. Ji bo rawestandina van qatlîaman divê em biherikin Sûrê. Ne rojekê divê her roj em di berxwedanê de bin. Ev ruhê berxwedanê ruhekî bi nirx e. Ev çalakî wê mizgîniya jiyana nû bide me. Ez bawer dikim wê biharê bi van hestan ve bîne. Em ê mirinan rawestînin."
Li aliyê din Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) jî wê bên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê û tevlî nobedê bibin 3 rojan nobedê bigirin.