YNK: Dewleta Tirk dest danî ser dahatûya petrolê ya Başûrê Kurdistanê

Sekreterê Komîteya Navenda YNK’ê Mûrat diyar kir ku dewleta Tirk ji bo YNK û Tevgera Goran nêzîkatiyên xwe yê têkildarî mijara Rojava û Bakurê Kurdistanê biguherin, ev 6 meh in dest danî ser dahatûya petrolê ya herêma Kurdistanê.

Komîteya Navenda YNK’ê, duh li Salona Şêrzad Seîd ya navenda siyasî ya YNK’ê civîna xwe ya 74’emîn a asayî li dar xist. Di civînê de Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adîl Mûrat axivî û bal kişand ser qirîza ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn. Mûrat wiha anî ziman: “ Ji ber sedemên ekonomî û siyasî her ku diçe jiyana hemwelatiyên me nebaştir dibe. Derengketina û nedayîna mûçeyan, di serî de li ser perwerde û tenduristiyê bandoreke gele mezin dike. Yek ji sedemên herî sereke jî nediyarbûna nirxên petrolê ye, der heqê vê de jî têkiliyên di navbera Bexda û Kurdistanê û qirîza heyî hê kûrtir dike.” 

 ‘TIRKIYE BI ŞERTÎ DEST DANIYE SER PETROLÊ’

Mûrat diyar kir ku pereyê petrola herêma Kurdistanê ya hatiye firotin nehatiye û wiha got: “ Petrola herêma Kurdistanê ya ku hatiye firotin, Tirkiyeyê ev 6 meh in dest daniye ser, bûye sedema ku qirîza li herêmê hê kûrtir bike. Tirkiye bi şertekê wê vî pereyî bide herêma Kurdistanê. Ev şert jî YNK û tevgera Goran nêzîkatiyên xwe yên têkildarî mijara Rojava û Bakurê Kurdistanê biguherin e.”

Mûrat got ji bo çareserkirina vê qirîzê jî li rêyên çareseriyê digerin û wiha axivî: “ Ji bo çareserkirina pirsgirêka qirîza li herêma Kurdistanê û derbaskirina wê, heta vê gavê ti serkeftin bi dest nehatiye xistin. Hikûmet ji bo derbaskirina vê qirîzê divê demildest li hev kom bibe û li rêyên çareseriyê bigere.”

‘LI HEMBER XELETIYÊN STRATEJÎK BÊDENG NABIN’

Mûrat da xuyakirin ku divê êdî gelê herêma Kurdistanê nebe qurbanê aliyên siyasî û vê êdî qebûl nekin. YNK’ê wê di demekî kin de di nav hikûmet û saziyên xwe de rola xwe ji bo gel bide zelalkirin.

Sekrekterê Komîteya Navenda YNK’ê Adil Mûrat diyar kir ku ji aliyê gel ve dîtina YNK’ê weke berpirsiyarê van qirîzan, qebûl nakin û wiha anî ziman: “ Em li hember partiyekî  ku bi staratejiyên xelat bêdeng nabin. Ev çend sal in me hewl da ku vê qirîza vebêjin. Ev mijar ji bo gel divê were zelalkirin û nebin hevkarê yên ku bûne sedama van qirîzan. Pirsgirêkên ku bi Bexda re jî tê jiyîn, divê bi diyalogê bê çareserkirin.”