Şerê li Hezexê dewam dike

Li Hezexê, ku gel li dijî terora dewleta Tirk li ber xwe dide, topbaran û şer dewam dike.

Li navçeya Şirnex Hezexê, topbarana li hemberî taxên berxwedanê di roja 14. de jî dewam dike. Tevî topbarana li hemberî taxa Tûrgût Ozal, tê gotin li herêmê şer jî diqewime.

Di topbarana duh de dîwarên avahiya şaredariyê ya li kolana Alanyayê hilweşiya bûn.

Polîsên tevgera taybet ên Tirk her wiha duh di bin navê 'lêgerînê' de avêtibûn ser gelek malan. Polîsên Tirk ên avêtin ser maleke ku Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamevan lê bûn, 3 rojnamevan binçav kiribûn.