Hevseroka DBP'ê ya Wanê hate binçavkirin

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman, di saetên şevê de li pêşiya avahiya bajar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman, di saetên şevê de li pêşiya avahiya bajar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman dema ku ji avahiya partiyê derket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Dûman nehat hînbûn. Dûman di 24'ê Sibatê de bi hinceta ku çûye sersaxiya endamê TAK'ê Abdulkadîr Somer (Zinar Raperîn) hatibû binçavkirin û piştre bi şerta kontrola edliyê hatibû berdan.