Nasnameya şervana YPJ’ê ya li Şeddadê jiyana xwe ji dest da hat eşkerekirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya di pengava ‘Xezeba Xabûrê’ de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya di pengava ‘Xezeba Xabûrê’ de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervana YPJ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye: “
Têkoşîna jinê di nav refên YPJ’ê ya li hember teror û polîtîkayên dij azadiya gelan, bû roniya rêya jinên cîhanê, ku têkoşîna xwe bilind bikin û makanîzmeya xweparastinê xurt bikin. Jinan di refên YPJ’ê de rolek girîng di pêşvebirina berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de lîst û xwe îsbat kir ku dikarin şer bikin. Heta roja me ya îro ev berxwedan bilind dibe û di rêya bidesxistina civaka azad û parastina rêveberiya xweser de bi dehan şehîd hatin dayîn.
Îro jî şervaneke me ya YPJ’ê dema di operesyona ‘Xezeba Xabûrê’ de cih girtibû, tevlî karwanê şehîdan bû. Rêhevala me di refên pêş ên parastinê de cih girtibû û ti carî di rêya parastina rûmeta gelê xwe de dudilî nejiya. Bi hemû hêza xwe li hember dijminên mirovahiyê (çeteyên DAIŞ) rawestiya û gihişt şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê soza xwe nû dikin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî, li ser rê û şopa şehîdan bimeşin.
Nasnameye têkoşer wiha ye:
Nasnav: Hêlîn Amed
Nav û Paşnav: Gunêş Gezer
Navê Dayikê: Remziye
Navê Bav: Îsa
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Şeddad/ Xirêsiyê 25/02/2016”