Cenazeyê Orhan Tûnç nehat dayîn

Cenazeyê Orhan Tûnç ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin, bi hinceta “kêmahiya personelan” nedan malbatê.

Cenazeyê Orhan Tûnç ê li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin û piştî testa DNA ya li saziya tiba edlî ya demkî ku li Deriyê Sînorê Xabûr ê Silopiyayê hatiye avakirin, bi hinceta “kêmahiya personelan” nedan malbatê.

Hat ragihandin ku cenazeyê Tûnç wê sibehê bidin malbatê.

Dihat payîn ku cenazeyê Tûnç, bi cenazeyê birayê wî Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç ê ji Dîlokê wê bê wergirtin ve sibehê li Şirnexê bihatana defnkirin.

Her wiha, cenazeyê Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin, piştî karên fermî, ji Rihayê ber bi Şirnexê derket rê.