Li hember qadên gerîla êrîşa obus û hewanan

Li ser qadên gerîla êrîşa artêşa Tirk bi obus û hewanan dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “27’ê Sibatê saet 20.30-21.00’an qereqola Arûş a girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê; girê Şehîd Dîlber a girêdayî Metîna ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, 28’ê Sibatê saet 09.00-09.30’an qereqola Elemûn; bejahiya gundê Kestê, 29’ê Sibatê saet 04.30-05.30’an qereqola Tepê Sor; girên Şehîd Şoreş û Colemêrg da ber obus û hewanan. Di encama bomberdûmana bejahiya gundê Kestê de, sewalên gelê herêmê mirar bûn û malên gel zerar dîtin.

29’ê Sibatê (îro) saet 09.30-10.00’an qereqola Tepê Çete ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; bejahiya Kêlik a girêdayî herêma Heftanînê bi obus û hewanan bombe kiriye.”

TEVGERA HEWAYÎ DEWAM DIKE

HPG’ê, têkîldarî tevgera hewayî ya artêşa Tirk ev agahî parve kirin:

“28’ê Sibatê saet 19.30-22.30’an li ser herêma Zapê, 28-29’ê Sibatê saet 19.30-02.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 20.00-04.00’an li ser herêma Metîna, 29’ê Sibatê saet 05.30-12.00’an li ser herêma Avaşînê, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
29’ê Sibatê (îro) saet 12.00-13.00’an li ser herêma Zap û Xakûrkê tevgera balafirên şer çêbû.”

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ

HPG’ê berê dabû xuyakirin ku 23’ê Sibatê li nêzî gundê Bihênê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê, di şerê di navbera gerîlayên diçûn wezîfeyê û leşkerên artêşa Tirk derket de gerîlayekî jiyana xwe ji dest dabû, agahiyên nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Nasnav: Evîn Agirî
Nav û Paşnav: Leyla Mûhammed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Nav Dayik û Bav: Cemîle- Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Sibata 2016’an/Mêrdîn