Demîrtaş: Divê her kes ber bi Sûrê ve bimeşin
Hevserokên Giştî yên KCD, HDK, HDP û DBP'ê, li dijî dorpêçî û êrîşên li hemberî Sûrê, ku ket roja 90. bang kirin.
Hevserokên Giştî yên KCD, HDK, HDP û DBP'ê, li dijî dorpêçî û êrîşên li hemberî Sûrê, ku ket roja 90. bang kirin.
Hevserokên KCD, DBP, HDK û HDP'ê ji bo şikandina dorpêça li dijî navçeya Sûrê ya kete roja 90., ragihandin ku wê tevlî nobeta ji bo Sûrê tê girtin bibin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Heta ku dorpêç û qedexeya li dijî Sûrê bê rakirin divê hemû kes roja çarşembê ber bi Sûrê ve bimeşin. "
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, li navçeya Amed Sûrê, ku 90 roj in li hemberî her şêwe êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide, daxuyaniyek dan.
Demîrtaş li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ku bi rojan e nobeda berxwedanê lê tê girtin axivî û ev xal destnîşan kir:
'DI ŞERÊ JI ALIYÊ AKP'Ê VE HAT DESTPÊKIRIN DE BI SEDAN MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
"Îro bû 90 roj ku li Sûrê derketina derve qedexe ye û êrîş lê dewam dike. Sed metre li pêşiya me êrîş dewam dikin. Weke siyasetmedar, ji bo şer giran nebe, mirov nemirin, me gelekî hewl dan. Li Enqere û Amedê bi sedan caran diyalog hatin kirin. Tevî hemû hewldanên me jî encameke mayînde derneket holê. Ji ber polîtîkaya şer a AKP ferz dike, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Me nikarîbûn pêşî li vê bigirin. Di rewşa heyî de ji bo zêdetir mirov nemirin, em di nava hewldanan de ne. Ji bo hilweşîn bisekine me bang kir. Me got, bila şer biqede.
Eger îro qedexeya derketina derve bê rakirin, wê sibe bend û şer nebe, di vî warî de gelek hewldanên me çêbûn. Tevî hemû hewldanên me jî biryara rakirina dorpêçiyan nadin. Me ev helwest ti carî qebûl nekir. Gelê Amedê jî, gelê me jî vê nêzîkatiyê qebûl nake. Li Sûrê şer heye, li her devera derveyî Sûrê berxwedan heye. Dibe ku AKP'ê aqlê xwe winda kiriye. Divê her kes baş zanibe ku rewşa li Sûr û Cizîrê bi tenê zerarê nade AKP'ê. Komkujî rê li ber şikestinên dîrokî vedikin. Em vê qebûl nakin. Gel vê qebûl nake. Em dixwazin vê bisekinînin.
Li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê malbat nobedê digirin. Weke Hevşaredar em jî li çalakiya nobedê ne. Divê şer bê sekinandin, em qebûl nakin ku sivîlekî bi tenê bimire. Di rewşa heyî de tevî hemû gelê xwe em ê dest li vê werdin. Li pêş çavên me em ê nehêlin bi tank û topan şer bê meşandin.
'DIVÊ HER KES BER BI SÛRÊ VE BIMEŞIN'
Amed bi bajar û navçeyên xwe divê rabe ser piyan. Em vê bangê li gelê xwe dikin. Roja Çarşemê saet di 16:00 de ber bi Sûrê ve bimeşin. Ji taxên derve, ji her deverê dikare ev meş pêk were. Bêyî ku zerarê bide mirovekî bi tenê, em ê vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Heta roja Çarşemê divê her kes amadekariya xwe bike û bi gotina 'Em ê rê nedin êrîş û mirinan' bimeşin. Heta dorpêçî bê rakirin wê têkoşîna me bidome. Divê gelê me bêje 'heta dorpêçî û şer bê sekinandin, em ê nesekinin'. Pêwîste şerê li Sûrê biqede.
'EM TI CARÎ TESLÎM NEBÛN'
Hurmetê nîşanî gel bidin. Êrîşî çalakiya gel nekin. Gelê me ji ber rewşa heyî gelekî dêşe. Yên vê yekê weke hesta teslîmiyetê bibînin, hingî wê xwe bixapîne. Em ti carî teslîm nebûn, em ê ti carî teslîm nebin. Em ji bo her kesî doza wekhevî û azadiyê dikin. Bi vî rengî em aştiyê pêk tînin. Em bi biryar in roja Çarşemê ji saet 16:00 û pê ve xwe bigihînin Sûrê. Bila dorpêçiya li ser Sûrê bê rakirin. Divê sekneke bi biryar were nîşandan. Xebatên me yên li ser meşê wê dewam bikin."