Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê dest bi çalakiya nobedê kirin
Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê, ji bo Sûrê beşdarî çalakiya nobedê ya li Navendea Çandê ya Dicle Firatê bûn.
Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê, ji bo Sûrê beşdarî çalakiya nobedê ya li Navendea Çandê ya Dicle Firatê bûn.
Piştgiriya ji bo çalakiya nobedê ya malbatên li Navenda Çandê ya Dicle Firat û protestokirina dorpêça ku ev 90 roj in li navçeya Sûrê ya Amedê didome. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dicle, Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahettîn Demîrtaş û bi rêveberên HDK’ê re bi sedan nûnerê rêxistinên cuda, dest bi çalakiya nobedê kirin.
‘AKP DIVÊ DEMILDEST DEST JÊ BERDE’
Yuksek, têkildarî çalakiyê daxuyanî da û banga divê demildest hikûmeta AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe berde kir û wiha anî ziman: “ Polîtîkayên AKP’ê, polîtîkayên şer in. AKP’ê bi van polîtîkayên xwe yên şer li Cizîr û Silopiyayê endamê PM’ê Mehmet Yavûzer û Sêvê Demir qetil kirin. Dîsa AKP’ê bi heman polîtîkayan gelek endamên partiya me, xebatkarên partiya me binçav kirin û girtin. Erdogan û AKP polîtîkayên Enwer Paşa dişopîne.”