Cenazeyê Nûrûllah Akbaci hat teşxîskirin
Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16) yê di êrîşa hewayî ya li Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê hat teşxîskirin.
Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16) yê di êrîşa hewayî ya li Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê hat teşxîskirin.
Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16) yê ku li navçeya Hezex a Şirnexê, 24’ê Sibatê di êrîşa helîkopteran de jiyana xwe ji dest da, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatê hat teşxîskirin. Cenazeyê Akbaci yê hat teşxîskirin, wê piştî karên fermî radest malbatê bê kirin û ji bo defnkirin wê bibe navçeya Kerboran a Mêrdînê.
Li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, 6 cenazeyên ji bo teşxîsê ji Cizîrê anîne, ji Hezexê 3 û kesekî ku li Qoserê polîsan di wesayîtê de qetil kirin, bi giştî 10 cenaze hene.
Hat hînbûn ku 6 cenazeyên di jêrzemînên hovîtiyê yên Cizîrê de hatine qetilkirin û nehatine teşxîskirin, wê sibehê ji aliyê MEYA-DER’ê li Goristana Gel a Mêrdînê bê defnkirin.