Nursel Dalmiş li ber xwe da û şehîd ket

Nursel Dalmiş a di qatlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi nîşeya "Li şûna mirinekê bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnekê bi berxwedêrî çêtir e", li pey xwe neteslîmbûn, berxwedan û bawerî hişt.

Nursel Dalmiş a di qatlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi nîşeya "Li şûna mirinekê bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnekê bi berxwedêrî çêtir e", li pey xwe neteslîmbûn, berxwedan û bawerî hişt.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, piştî ku xwerrêveberî hate îlankirin dewletê wekî ku li hemberî dijminek şer bide destpê kirin ji bo vîna gel bişkîne hemû hêza xwe sewqî navçeyê kir. Li hemberî êrîşên tevkujiyê jî ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan ciwan berê xwe dan Cizîra Botan da ku parastina gel bikin. Her wiha ji Cizîrê jî bi sedan ciwan, tevî gel bajarê xwe parastin û her yek ji wan jî li dû xwe destanek berxwedanê hiştin. Yek ji wan ciwanan jî Nursel Dalmiş a 18 salî bû ku di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin. 

Dalmiş zaroka malbateke Cizîrî bû. Kekê wê Engîn Dalmiş 4 sal berê tevlî refên PKK'ê bû. Bavê wê Haci Dalmiş, ji ber nexweşiya xwe, haya xwe jê nîne ku keça wê hatiye qetilkirin. Cenazeyê Dalmiş jî ji ber dorpêç û êrîşan li Cizîrê nehat defin kirin û li Silopiyayê spartin axê. 

Biraziya Nursel Dalmiş û di heman demê de hevala wê Zîn Dalmiş, behsa taybetiyên meta xwe û sekna wê ya jiyanê kir. Zîn Dalmiş anî ziman ku meta wê ji xêzkirina wêneyan û ji nivîsandinê gelek hez dikir û behsa rojnivîskên wê kir. Dalmiş wiha got: "Rojnivîsk dinivîsî. Dixwest ku dema di nav gelê xwe de têkoşînê dide şehîd bikeve. Wisa jî çêbû."

Nursel Dalmiş di beşeke rojnivîska xwe de wiha nivisiye: "Li şûna mirinekê bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnekê bi berxwedêrî çêtir e. Şehîdî nabe nesîbê herkesî. Ez naxwazim ku dema ez bimirim ti kes ji pişt min bigirî. Ez dixwazim ku bi hezaran kes bi dirûşme û tilîliyan min oxir bike."

Mala malbata Dalmiş a li taxa Nurê jî wekî bi sedan malên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye şewitandin. Kes nizane xêz û rojnivîska Nursel Dalmiş çi jê hatiye. Malbata Dalmiş jî hêvî dike ku qet nebe tiştên ku ji keça wan mane neşewitîbin. Malbat her wiha li benda wê rojê ye ku wekî daxwaza keça xwe, wê defin bikin û oxir bikin. 

Dayik Sultan Dalmiş jî anî ziman ku ew ji têkoşîna keça xwe serbilind e û dema behsa wê dike jê re dibêje "Gewra min." Dayik Dalmiş got ku keçên wê yên din di 16-17 saliya xwe de zewicîne lê keça wê Nursel vê qederê guherandiye û di nav têkoşîna azadiyê de cih girtiye.

Dayik Dalmiş anî ziman ku keça wê dema ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê dikir hatiye qetil kirin û da zanîn ku tekane daxwaza keça wê azadî bûye. Dayik Dalmiş balê kişand ser komkujî û hovitiya li Cizîrê û diyar kir ku berpirsyarê van pêkanînan Serokkomar Tayîp Erdogan e. 

Dayik Dalmiş herî dawî jî bilêvkir ku wê gelê kurd dest ji daxwazên xwe bernede û ew ê jî li pey doza keça xwe û hemû ciwanên ku hatine qetilkirin be.