Mehmet Tûnç û birayê wî wê li Şirnexê werin veşartin

Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, wê sibe li Şirnexê werin veşartin.

Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, di encama texta DNA de hatin tespîtkirin. Cenazeyê Mehmet Tûnç li Rihayê, yê birayê wî Orhan Tûnç jî li Saziya Tipa Edlî ya Xabûrê tê ragirtin. Tê payîn malbat di nava rojê de her du cenazeyên xwe werbigire.

Cenazeyên her du birayan wê sibe li Şirnexê bi merasîmekê li Goristana Nalarû ya Bahçelîevlerê, ku tevî siyasetmedarên Kurd Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar û 27 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin hatine veşartin, wê werin defnkirin.