Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî dike
Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî başûrê Girê Spî dike.
Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî başûrê Girê Spî dike.
Çeteyên DAIŞ'ê bi desteka Qesr/AKP'ê re ji sînorê Tirkiyeyê saet di 01.15 ê 27'ê Sibatê de li hemberî Girê Spî dest bi êrîşeke berfireh kirin. Ev êrîşa ku mezintirîn êrîşên çeteyan ên demên dawî ye, ji aliyê hêzên YPG û Asayîşê ve hat şikandin. Erdogan/Davûtoglû yên nikarîbûn bi çeteyan re bigihêjin armancên xwe, îro saet di 05:00 de bi çekên giran êrîşî bajêr kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk bi çekên giran gule li gundê El Mûnbetîh ê li başûrê Girê Spî reşandiye.
Nûçegihanan dan xuyakirin, ku êrîş hînê dewam dikin û artêşa Tirk hîn bêhtir leşker, tank û panzer şandiye ser sînor.