Hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî ya Sêrtê hat binçavkirin

Hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî ya Sêrtê Benda Erdemcî, bi îdîaya "heqaret li serokkomar kiriye" hatin binçavkirin.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî ya Sêrtê Benda Erdemcî, bi îdîaya "heqaret li serokkomar kiriye" hatin binçavkirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendi ya Sêrtê Benda Erdemci, dema ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diçû Sîlopyayê li navçeya Dihê ya Sêrtê hat binçavkirin. 

Erdemcî li benda kontrolê ya leşkeran hat rawestandin û bi îdîaya "heqaret li serokkomar kiriye" hat binçavkirin. 

Erdemcî birin Midûriyeta Polîsan a Dihê.