Li Şirnexê li dijî maşîna leşkerî çalakiya bi roketê
Li Şirnexê duh bi şev li dijî maşîneke zirxî ya leşkerî çalakiyeke bi roketê hat lidarxistin. Şerê piştî vê çalakiyê rû da heta danê sibehê dewam kir.
Li Şirnexê duh bi şev li dijî maşîneke zirxî ya leşkerî çalakiyeke bi roketê hat lidarxistin. Şerê piştî vê çalakiyê rû da heta danê sibehê dewam kir.
Li navenda Şirnexê duh bi şev saet di 23:45'an de, li xaçerêya Karayollari ya navbera taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê, teqîneke dijwar rû da. Heman piştî teqînê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep a li ber Midûriyeta Bajêr a Çandê çalakiyeke bi roketan hat kirin. Agahî bi dest neket ku di vê çalakiyê de ti ji çekdarên dewleta Tirk mirine yan birîndar bûne. Piştî çalakiyê hejmareke zêde ambûlans çûn cihê bûyerê.
Piştî çalakiyê şerekî dijwar li taxê rû da. Maşînên zirxî yên li pêşiya taxan bi cih bûn û sekvanên Tirk ên li saziyên dewletê bi cih bûn, gule li taxan reşandin. Şer heta ber destê sibehê dewam kir.
Li aliyê din, ji wêneyên li herêmê hatin kişandin xuya dibe dewleta Tirk gelek maşînên zirxî û polîs sewqî herêmê kiriye.