KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşa li hemberî taxa xwerêveberiyê
Hêzên dewleta Tirk ên dor li taxa Yenîmahalle ya Şirnexê girtine, bi çekên giran guleyan lê direşînin -
NAV-DEM: Bi agirê Newrozê re em berxwedana xwerêveberiyê xurt bikin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo çalakiya Newrozê ya 19'ê Adarê li Hannoverê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Sûrê di nava saetekê de 10 teqînên mezin rû dan
Li Sûrê, piştî êrîşa giran a danê vê sibehê, 10 teqînên mezin li dû hev rû dan. -
'Divê gelê Amedê dengê xwe ji bo Sûrê bilind bike'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Onen da xuyakirin, ku berxwedana li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Sûrê dewam dike û diyar kir, divê gelê Amedê dengê xwe hîn bêhtir bilind bike. -
Gundiyên Heftanînê Davûtoglû derewandin
Serokwezîrê Tirk îdîa kiribû, ku di êrîşa hewayî ya 17'ê Sibatê ya li hemberî Heftanînê de 70 gerîla hatine kuştin. Gundiyên li vê herêmê ji ajansa me re axivîn û Serokwezîrê Tirk derewandin. -
Li ser sînorê Rojava 'dîwarê şermê' hînê tê lêkirin
Lêkirina dîwarê şermê yê dewleta Tirk, ku berî çend mehan di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest pê kiribû, dewam dike. -
Top li taxa Tûrgût Ozal tên barandin
Artêşa Tirk topan li taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dibarîne. -
Rojnamevan Cûdî: Şedadê dawiya têkçûna çeteyan e
Rojnamevan Sînan Cûdî yê 3 pêngavên QSD'ê şopand da xuyakirin, ku Şedadê ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî, aborî û erdnîgarî ve xwedî girîngiyeke stratejîk bû. -
Ji Hezexê 2 cenaze hatin rakirin
Ji 12 kesên li bejahiya Hezexê hatin qetilkirin, malbatan cenazeyên Vedat Gunduz û Sertan Bîken girtin û birin cihê lê ji dayik bûne. -
Kobaniyan êrîşên li dijî Bakur û Şêxmeqsûd şermezar kirin
Welatiyên Rojavayê Kobanê êrîşên li ser Kantona Efrîn, taxa Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. -
Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' mezûnên destpêkê
Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' ya Fermandariya YPS-Jin mezûnên destpêkê hat dayîn. Mezûnan bi merasîmeke leşkerî sond xwarin. -
Çeteyan êrîşî Girê Spî kirin; li zêdeyî 15 nuqteyan şer diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê ji du baskan ve di ser Tirkiye û Reqqayê êrîşî Girê Spî kirin. Li ser bersiva hêzên YPG/YPJ'ê şer derket û ev şer niha li zêdeyî 15 nuqteyan dewam dike. -
Vaye malek li Cizîrê ya ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve hatiye bikaranîn
Li Cizîrê, mala Cemalettîn Çakiktaş a li taxa Cûdî ku ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve weke biryargehê hat bikaranîn, talan bûye. -
Li hemberî Sûrê topbarana giran
Hêzên dewleta Tirk, bi tundî topan li Sûrê dibarînin. -
Ji ber bendava Ilisûyê li Basayê av bilind bû
AKP'ê, weke parçeyek ji konsepta xwe ya şer di mehên dawî de lez da xebatên çêkirina Bendava Ilisû ku xweza û dîrokê qetil dike. -
Ji bo mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin merasîma bîranînê
Li bajarê Fransa Montpellîerê, di şexsê Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê tevî bi sedan mirovan ji aliyê hêzên dewletê ve bi xwînxwarî hat qetilkirin de, ji bo hemû mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
20 gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, 20 gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Sibatê ya salên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. -
Ji zarokatiyê heta ciwantiyê navê hêrsê: Sînan Kaya
Di nava kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin de Sînan Kaya yê 21 salî jî hebû. Kaya bi îdîaya 'li ser navê rêxistinê tevlî çalakiyê bûye' di emrê zarokatiyê de gelek caran hat binçavkirin û girtin. -
Çeteyan êrîşî nexweşaxneya li Girê Spî kirin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nexweşxaneya li herêma Mentiqet-ul Îskan a li navenda Girê Spî kirin. Li ser bersivdayîna hêzên Asayîşê di cih de şer derket. -
Ridvan Tan ê li Hezexê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Ridvan Tan (17) ê 24’ê Sibatê li navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji 12 kesên ku di êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Nasnameyên 5’an ên li Hezexê hatine qetilkirin diyar bû
Ji 12 kesên ku li Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, nasnameyan 5’an eşkere bû. -
Gerîlaya HPG’ê Pamûkçû spartin axê
Gerîlaya HPG’ê Meryem Pamûkçû ya li navçeya Hezex a Şirnexê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmek cenazeyê hat oxirkirin. -
Yekîtiya Star wê êdî wek ‘Kongreya Star’ xwe bi rêxistin bike
6’emîn kongreya Yekîtiya Star a li bajarê Rimêlan ê Rojava ev du roj in tê lidarxistin bi dawî bû. -
Şehîdê Cizîrê Balikesîr li Colemêrgê hat oxirkirin
Xebatkarê MKM’ê Îslam Balikesîr ê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek girseyî va ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê didome
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku bi armanca protestokirina bêdengiya Ewropa ya li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.