Nasnameyên 5’an ên li Hezexê hatine qetilkirin diyar bû
Ji 12 kesên ku li Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, nasnameyan 5’an eşkere bû.
Ji 12 kesên ku li Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, nasnameyan 5’an eşkere bû.
Ji 12 kesên ku li Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, nasnameyan 5’an eşkere bû.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji 12 kesên ku 24’ê Sibatê li gundê Hespîst di êrîşa hewayî ya bi helîkopterên Kobra jiyana xwe ji dest dan, nasnameyan 5’an zelal bû. Di encama karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de , nasnameyên 5 kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
“Abdûlazîz Okten, Ridvan Tan (17), Vedat Gunduz, Sertan Bîken û Meryem Pamûkçû.”
Abdûlazîz Okten li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hat defnkirin, Ridvan Tan jî li navçeya Kerboranê ber bi rêwîtiya bê dawî hat oxirkirin. Meryem Pamûkçû jî li Amedê bi merasîmek girseyî spartin axê. Cenazeyên Vedat Gunduz û Sertan Bîken jî wê sibehê ber bi Wanê bên oxirkirin.