Ji Hezexê 2 cenaze hatin rakirin
Ji 12 kesên li bejahiya Hezexê hatin qetilkirin, malbatan cenazeyên Vedat Gunduz û Sertan Bîken girtin û birin cihê lê ji dayik bûne.
Ji 12 kesên li bejahiya Hezexê hatin qetilkirin, malbatan cenazeyên Vedat Gunduz û Sertan Bîken girtin û birin cihê lê ji dayik bûne.
Ji 12 kesên roja 24'ê Sibatê ji ber êrîşa bi helîkopterên dewleta Tirk a li nêzî gundê Hespit ê li navçeya Şirnex Hezexê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên Vedat Gunduz û Sertan Bîken ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Malbatan tevî rêveberên MEYADER'ê cenazeyên xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin. Cenazeyê Vedat Gunduz birin Wanê, cenazeyê Sertan Bîken jî birin gundê Bazift ê navçeya Şirnex Cizîrê.
Ji 12 kesên hatin qetilkirin cenazeyên 3 ji wan duh li warên wan hatibûn veşartin. Ji bo 7 cenazeyên mayî jî karê teşxîsê dewam dike.