NAV-DEM: Bi agirê Newrozê re em berxwedana xwerêveberiyê xurt bikin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo çalakiya Newrozê ya 19'ê Adarê li Hannoverê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo çalakiya Newrozê ya 19'ê Adarê li Hannoverê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Em ê cejna azadî û berxwedanê ya gelên Kurdistan û Mezopotamyayê, îsal bi ruhê berxwedan û azadîparêziyê yê xwerêveberiyan, di 19'ê Adarê de li Hannoverê pêşwazî bikin."
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku dewleta AKP'ê ya li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya li Kuredistanê têkçûyî ye, bi binpêkirina nirxên mirovahiyê, binpêirina exlaq, mirovahî û hiqûqa navneteweyî re li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne û bibîr xist, ku herî dawî bi qetlîama wehşî ya li jêrzemînên li Cizîrê û bi êrîşên li hemberî Rojava re nîşan da ku ew ê vî şerê xwe dorfireh bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berxwedana bi heybet a gelê Kurd a li qadên xwerêveberiyê, bi taybetî jî li Cizîr û Sûrê bûye tirs û ketiye dilê dîktatoriya faşîst û mêtîngeriyê.
NAV-DEM'ê ragihand, kawayê hmdem Mazlûm Doganan, Zekiye; Rahşan, Bêrîvan û Ronahiyan bi agirê bedena xwe yê Newrozê re Newroz veguherandin serhildana neteweyî û got, "Ev veguherîn bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr û Sûrê, bûye hîmên bingehîn ên ji nû ve avakirina Kurdistana azad û vîna azad."
'JI BO STATU Û AZADIYA OCALAN'
NAV-DEM'ê da zanîn, ku ew Newroza îsal diyarî mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin û ev bang kir: "Ji bo pêkanîna statuya xweseriya demokratîk a Kurdistanê û pêşîvekirina li azadiya Serok Apo, em bi ruhê berxwedana azadiyê re çalakiya îsal a Newrozê ya li Elmanyayê veguherînin serhildaneke girseyî."
Di daxuyaniyê de bang li Kurd, Tirk, Elewî, Êzidî, Misilman, hemû gelên ji bawerî û nasnameyên cuda, aştîxwaz, alîgirên demokrasî û mafên mirovan, şoreşger û demokratan hat kirin, ku di 19'ê Adarê de beşdarî çalakiya Newrozê ya li Waterloplatz-Hannoverê bibin.