'Divê gelê Amedê dengê xwe ji bo Sûrê bilind bike'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Onen da xuyakirin, ku berxwedana li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Sûrê dewam dike û diyar kir, divê gelê Amedê dengê xwe hîn bêhtir bilind bike.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Onen da xuyakirin, ku berxwedana li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Sûrê dewam dike û diyar kir, divê gelê Amedê dengê xwe hîn bêhtir bilind bike.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan gihaşt 3 mehan. Berxwedana gel a bi pêşengiya hêzên YPS'ê jî bê navber dewam dike. Dewleta Tirk, tevî dorpêçî û hemû derfetên xwe yên teknîkî jî dike nake dikare bikeve Sûrê. Li Sûrê gelek mizgeft, dêr û avahiyên dîrokî yên sedan salî ji aliyê dewleta Tirk ve bi zanebûn hatin şewitandin. Hêzên dewletê di nava 78 rojên dawî de bomberdûmana li hemberî taxên jin zarok, birîndar jî di nav de nêzî 200 sivîl lê asê man e, şidandin e.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen ê ji destpêkê ve berxwedana li dijî dorpêçiyê dişopîne, ji ANF'ê re axivî.
'KURD HIŞYAR BÛN'
Onen got, "Bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan re Kurd êdî hişyar bûne, xwedî li hebûna xwe derketine. Di salên 90'î de bi polîtîkaya tinekirina Kurdan re gund hatin valakirin, bi hezaran mirov bi kuştinên kiryar nediyar re belavî nava metropolan bûn. Tevî ewçend zext û zordariyê jî Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan û li hemû metropolên lê bi cih bûn, têkoşîna xwe bi cewhera xwe re dewam kirin."
'ZAROKÊN SALÊN 90'Î MEZIN BÛN'
Onen got, "Berxwedana niha ya li Sûrê, bi mezinbûna zarokên di salên 90'î de hatin koçberkirin re derket holê" û ev nrixandin kir:
"Di wê demê êşên mezin hatin kişandin. Yên ku di wê demê de zilma herî giran dîtin zarokên 1-2 salî bûn. Bi wî ruhî ew birin metropolan. Ruhê ciwantiya hem li Sûrê hem jî li metropolan li ber xwe dide, rewşe ji ber ruhê salên 90'î ye. Rewşa li Sûrê ev rastî ye. Mirovên me, malbatên me yên li wê derê bi giranî mirovên me yên ji Mêrdîn, Êlih û bajarên derdorê ji zexta giran a dewlet û cerdevanan reviyayî, ne. Ev zarok hînê ruhê wê dema berê dijîn û xwedî li hebûna xwe derdikevin."
'TI HÊZ NIKARE BI WAN'
Onen diyar kir, çavkaniya vî ruhê berxwedanê yê ciwanan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên di salên 90'î de qewimîne ye û got, "Piştî pêvajoya 7'ê Hezîranê, di nava ciwanan de refleksa parastina gel, çand, ziman û xwe derket holê. Û bi wî ruhî re gelê me yê li Sûrê ev 88. roj in li hemberî tank, top û hêza dewletê, li hemberî hêzên barbar û serdest li ber xwe dide. Li navçeyeke me ya ku bi hezaran mirov lê dijiyan, hemû bawerî lê hebûn, ev sê meh in jiyan sekinî ye. Herî dawî dîrok dihat tinekirin. Birêz Tahîr Elçî ji bo balê bikişîne ser vê rewşê çû, lê hat kuştin. Mirovên li wê derê dîrok û mirovahî parastin, ji aliyê dewletê ve weke sûcdar, terorîst hatin dîtin. Li wê derê pitika di dema ragihandina qedexeyê de ji dayik bûye hene û ew pitika 90 rojî jî li ber xwe dide. Divê bibînin, ti hêz nikare bi wê manewiyatê."
'PÊWÎSTE GELÊ AMEDÊ JI BO SÛRÊ HÎN BÊHTIR DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Onen destnîşan kir, ku divê gelê Amedê li dijî dorpêçiya ev sê meh in dewam dike dengê xwe hîn bêhtir bilind bike û got, "Gelê li Sûrê li ber xwe de parçeyekî Amedê ye. Sûr dilê Amedê ye û rastiya li wê derê cewhera vî bajarî nîşan dide. Berxwedana li wê derê tê nîşandan, diviyabû li hemû kolan, tax û malan bihata nîşandan, lê di vî warî de gelê Amedê hinekî kêm ma. Ji aliyê ruhî, manewî û baweriyê ve desteka xwe nîşan da, lê ji bo pêşîgirtina li barbariyê û pêşîgirtina li mirovan, bi têrkerî helwestek nîşan neda."
Onen da zanîn ku berxwedana gelê Amedê ya ji bo Sûrê dewam dike û herî dawî wiha axivî: "Heta ku li Tirkiyeyê statuya Kurdan bê qebûlkirin, destûra bingehîn bê guhertin û demokrasî pêk neyê, wê têkoşîna me ya di vê rêyê de bidome. Di sedsala 21'an de hesreta vî gelî azadî ye. Û em ê her tim li pişt vî gelî bin."