Çeteyan êrîşî Girê Spî kirin; li zêdeyî 15 nuqteyan şer diqewime

Çeteyên DAIŞ'ê ji du baskan ve di ser Tirkiye û Reqqayê êrîşî Girê Spî kirin. Li ser bersiva hêzên YPG/YPJ'ê şer derket û ev şer niha li zêdeyî 15 nuqteyan dewam dike.

Navedan Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku piştî pêngava serketî ya Şedadê çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşeke berfireh birin ser Girê Spî û got, "26'ê Sibatê saet di 23:00 de çeteyan di ser Tirkiye û Reqqayê re ji du baskan ve êrîşî başûr û rojhilatê Girê Spî kirin."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Komên çete yên di ser Tirkiyeyê re êrîş kirin, navenda bajarê Girê Spî, gundên Nestel, Xwêra û Qenetra yên li ser sînor e, hedef girtin. Ji aliyê başûr ve jî, komên çete ji aliyê Reqqayê êrîş gundên Genterî û Şergirat ên li başûrê bajarokê Silûkê û rojhilatê bajarokê Eyn Îsa ne, kirin.

Hêzên me di cih de dest li êrîşan werdan û şer derket. Şerê di navbear hêzên me û komên çete de li zêdeyî 15 nuqteyan dewam dike. Agahiyên berfireh ên vî şerî wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. Ev êrîş jî wê bên şikandin."