Gerîlaya HPG’ê Pamûkçû spartin axê

Gerîlaya HPG’ê Meryem Pamûkçû ya li navçeya Hezex a Şirnexê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmek cenazeyê hat oxirkirin.

Gerîlaya HPG’ê Meryem Pamûkçû ya li navçeya Hezex a Şirnexê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmek cenazeyê hat oxirkirin.

Meryem Pamûkçû (Nûda Arjîn) a 24’ê Sibatê li navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji 12 gerîlayên ku di êrîşa hewayî ya bi helîkopterên Kobra jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat defnkirin. Piştî karên otopsî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, cenazeya Pamûkçî bi karwanekî ber bi Amedê derket rê. Cenazeyê Pamûkçû ji aliyê bi sedan kesî li Fetlerêya Sêriyan a Bismilê hat pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoyek dehan wesayîtî ve anîn Goristana Yenîkoyê.

Piştî li Goristana Yenîkoy wecîbeyên olî pêk hatin, jinan cenazeya Pamûkçû girtin ser milên xwe, heta cihê bê defnkirin bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Bijî Berxwedana Sûrê” berz kirin. Li cihê defnkirinê, sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin.
Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle di merasîmê de axivî, diyar kir ku Pamûkçû zilma li ser gelê Kurd qebûl nekiriye û li nav refên berxwedanê cih girtiye. Dîcle wiha got: “Bila ji hevala me re soza me be, em ê jî heta dawiyê li pey doza wê bin.”

Hevseroka DBP’ê ya Bajar Hafîze Îpek jî wiha anî ziman: “Em ê xeyalên Meryem bi cih bînin. Em ê li ser şopa wan têbikoşin.”
Bavê Pamûkçî ya hate qetilkirin, Yakûp Pamûkçû jî destnîşan kir ku bi keça xwe serbilin e û bi bîr xist ku wê şopdarê têkoşîna wê be.

Piştî merasîma cenazeyê, ji bo sersaxiya Pamûkçû, girse ber bi Mala Şînê ya Temîran meşiya.