Kobaniyan êrîşên li dijî Bakur û Şêxmeqsûd şermezar kirin

Welatiyên Rojavayê Kobanê êrîşên li ser Kantona Efrîn, taxa Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin.

Welatiyên Rojavayê Kobanê êrîşên li ser Kantona Efrîn, taxa Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şehbayê û Bakurê Kurdistanê, li gundên rojavayê Kobanê çalakiyek bi konvoya ji wesyîtan organîze kir.

Di çalakiyê de bi sedan şêniyên gundên rojavayê Kobanê, amade bûn. Di destpêkê de, girseya gel li pêşiya avahiya Mala Gel a li gundê Qereqo yê rojavayê Kobanê kom bû. Piştre,  bi karwanekê wesayîtan berê xwe dan gundên li nêzî Çemê Firatê.

Welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, TEV-DEM`ê û pankartên wekî ‘Em sînoran nas nakin, bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD û YPS`ê, dest bi dest ber bi Sûriyeke Demokratîk ve’ hilgirtin.

Welatiyan dirûşmên weke “Şêxmeqsûd, Efrîn  û Bakurê Kurdistanê, ne bi tenê ne û Kobanê li pişt we ye “,  her wiha dirûşmên bijî berxwedana Bakur, bê navber qîriyan.

Dema wesayît di her gundî re derbas dibû, şêniyên wî gundî derdiketin ser rê û nîşana serketinê dikirin. Di rê de hin wesayîtên din jî  tevlî çalakiyê bûn.

Dema girseya gel gihişt gundê Êlecaxê, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Piştre Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Raperîn Dêrik axivî. Dêrîk êrîş û komkujiya li ser Sûr, Cizîra Botan, Nisêbîn, Hezex, Efrîn û Şêxmeqsûd, bi tûndî şermezar kir û  got: "Ev êrîşên ku li ser gelê Kurd tê kirin, ne ji ber ku dijminê Kurdan bi hêz e, dijminên gelê Kurd niha di demekî herî lewaz de dijî. Ji bo vê jî ji berxwedaniya gelê Kurd û ciwanên wan ditirse. Li ser vî esasî êrîşî gel Kurd dike.”

Dêrik di dawiya axaftina xwe de berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê ya li Taxa Şêxmeqsûd û berxwedana YPS`ê  ya li Bakurê Kurdistanê, silav kir.

Endamê meclîsa gundê Qinê Xalid Îsmaîl jî di mîtîngê de, daxuyaniyek da. Îsmaîl got ku gelê Kurd di Rojhilata Navîn de di jiyaneke herî zor re, derbas bûye û niha jî ji bo mafê xwe yê jiyaneke bi rûmet bi dest bixe, di nava têkoşînê de ye. Îsmaîl got: “Em  wekî gelê Ereb bi biratiya gelan bawer dikin û wê gelê Kurd û Ereb bi hev re di nava têkoşîna li dijî serdestan bin û li ber xwe bidin.”

Di dawiya  de jî Îsmaîl berxwedana Bakurê Kurdistanê û berxwedana YPG`ê û YPJ`ê li Taxa Şêxmeqsûd, silav kir.

Mitîng bi stranên neteweyî û şoreşgerî bi dawî bû.