Ji ber bendava Ilisûyê li Basayê av bilind bû
AKP'ê, weke parçeyek ji konsepta xwe ya şer di mehên dawî de lez da xebatên çêkirina Bendava Ilisû ku xweza û dîrokê qetil dike.
AKP'ê, weke parçeyek ji konsepta xwe ya şer di mehên dawî de lez da xebatên çêkirina Bendava Ilisû ku xweza û dîrokê qetil dike.
AKP'ê, weke parçeyek ji konsepta xwe ya şer di mehên dawî de lez da xebatên çêkirina Bendava Ilisû ku xweza û dîrokê qetil dike. Şîrketa ku vê bendavê çêdike jî, Cengîz Înşaat a li Carattepeyê bi înşaeta madenê ket rojevê ye. Yek ji aliyê vê bendavê Basa ye. Li vê derê ji ber bendavê av bilind bû.
Bi saya berxwedana li dijî kana sifir a li Artvînê, Cengîz Holdîngê xebatên xwe yên li vir sekinand. Lê belê heman fîrmayê lez da xebatên xwe yên ji bo çêkirina Bendava Ilisû ya li Kurdistanê ku wê xweza û dîroka Kurdistanê di binê avê de bihêle. Bendava Ilisû ya ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle li Şirnex, Sêrt û Êlihê tê çêkirin. Ji niha ve zerar daye gelek gundewaran û xisarê li hevsengiya xwezayê dike.
Bendava Ilisû ku dewlet ev 50 sal in dixwaze li ser Çemê Dîcleyê çêbike, wê rê li ber talana dîrok û xwezaya Kurdistanê veke. Xebatên çêkirina bendavê, bi konsepta şer re ji aliyê AKP'ê ve hat zêdekirin. Di nava hevparên Cengîz Înşaat a bendavê çêdike de, şîrketeke din a nêzî AKP'ê Nûrol Holdîng jî heye.
Xwediyê Cengîz Holdîngê Mehmet Cengîz ku di heman demê de hemşehriyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e, xebatên ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê didomîne. Fîrmayên Mehmet Cengîz ku di qeyda deng a piştî operasyona nelirêtiyê ya 17-25'ê Kanûnê de derket holê sixêfan li gel dike, tevî hemû nerazîbûnan jî ji bo tinekirina mîrateya çandî ya hezaran salî ya li Kurdistanê zend û bend ba da. Bendav ji Basayê destpê dike. Gelê herêmê balê dikişîne ser nuqteyên leşkerî yên li her du aliyên geliyê bendavê ku ji Basayê destpê dike heta Heskîfê didome û destnîşan dike ku ev bendav weke parçeyek ji şerê li Kurdistanê tê çêkirin. Gel li hemberî çêkirina bendavê derdikeve.
Cihê destpêkê yê vê bendavê ku av lê zêde bûye navçeya Şirnex Basa ye. Ji niha ve gelek gund hatine valakirin. Qemyonên fîrmayên taşeron jî beton û xîzê dibin ji herêma înşaetê re. Li vî cihê înşaetê ji niha ve av lê zêde bûye. Şêniyên herêmê didin zanîn ku paralelî konsepta şer a li Kurdistanê AKP'ê lez daye xebatên çêkirina bendavê û dibêjin, "Weke parçeyekî qirkirinê dixwazin xweza û dîroka me tine bikin."
Aktîvîstê hawirdorê Nevzat Kaygûsûz ê li Basayê dijî bibîr xist, ku çêkirina bendava Ilisû ev 40-50 sal in di rojeva dewletê de ye û got, "Di dema her hikûmetê de hat rojevê. Ji ber ku proejya tinekirina dîrok û xwezayê ye, her carê bi têkoşînên mezin hat astengkirin. Di dema AKP'ê de jî hat rojevê."
Kaygûsûz, ku bi gelek bûyerên di dema bihurî re piştrast bûye ku her projeyeke dewletê ya li Kurdistanê bi niyeteke nebaş tê kirin û destnîşan kir ku ti pêwendiya vê projeyê jî bi pêşvebirina herêmê re nîne. Kaygûsûz got, "Têkildarî çêkirina vê bendavê de hesasiyeteke mezin heye. Ji ber ku dîroka me ya ji hezaran salî Heskîf wê di binê avê de bimîne. Gund wê tine bibin, hevsengiya xwezayê wê xera bibe. Rêxistinên têkoşîna ekolojîk dimeşînin ev yek gelek caran xistin rojevê, lê belê polîtîkaya ewlekarîparêz a dewletê lez da çêkirina vê bendavê."
Kaygûsûz da xuyakirin, ku ew vê projeya bandorê li Şirnex, Sêrt û Êlihê dike naxwazin û got, "Pêşîgirtina li vê bendavê, deynê wijdanî û dîrokî yê gelê vê herêmê ye."