Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' mezûnên destpêkê
Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' ya Fermandariya YPS-Jin mezûnên destpêkê hat dayîn. Mezûnan bi merasîmeke leşkerî sond xwarin.
Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' ya Fermandariya YPS-Jin mezûnên destpêkê hat dayîn. Mezûnan bi merasîmeke leşkerî sond xwarin.
Ji 'Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya' ya Fermandariya YPS-Jin mezûnên destpêkê hat dayîn. Di merasîma leşkerî ya mezûniyetê de gelek kes amade bûn. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê li ber sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' deqeyek rêz hat girtin.
Piştî merasîma sondxwarinê ya şervanên xweparastinê yên mezûn bûn Fermandara YPS-Jin Yildiz Cûdî peyivî. Cûdî diyar kir, Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Asya bi awayekî serketî qediya ye û got, "Perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya we di vê dewreyê de dîtin, we gihand wê astê ku hûn kiaribin taxên xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn, piştî îlana xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê, em YPS/YPS-Jin ji xweparastinê berpirsyar in. Di wezîfeya parastinê de berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê me jinan. Ev dewre jî ji bo bîranîna Şehîd Asya hat lidarxistin."
Yildiz Cûdî da xuyakirin, ku di demeke bi vî rengî de tevlîbûna li nava refên YPS û YPS-Jin wezîfeya herî girîng a welatparêziyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hûn jî bi vê berpirsyariyê tevlî nava refên têkoşînê bûn. Êdî dem hatiye em axa xwe û gelê xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn gelê Cizîrê ji bo parastina nirxên xwe heta dawiyê li ber xwe da. Gelê Cizîrê mesajeke gelekî mezin da me. Di mesaja xwe de nîşan da, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe serî li ber dijmin nayê tewandin. We di pêvajoyeke bi vî rengî de perwerde dîtin. Êdî hûn amade ne biçin qadan û bi berpirsyariya xwe rabin. Weke Fermandariya YPS-Jin, em ji hemû hevalan re serketinê dixwazin."
Piştî axaftinan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPS-Jin" hatin qîrîn. Piştî merasîmê şervanên YPS-Jin û gel govend gerandin.