Vaye malek li Cizîrê ya ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve hatiye bikaranîn
Li Cizîrê, mala Cemalettîn Çakiktaş a li taxa Cûdî ku ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve weke biryargehê hat bikaranîn, talan bûye.
Li Cizîrê, mala Cemalettîn Çakiktaş a li taxa Cûdî ku ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve weke biryargehê hat bikaranîn, talan bûye.
Cemalettîn Çakiktaş ku mala wî ya li taxa Cûdî ji aliyê JOH û POH ên Tirk ve hat bikaranîn, da xuyakirin ku dema mala xwe dîtiye ew matmayî bûye. Çakiktaş diyar kir, tîmên taybet ên Tirk nivîsên gef û heqaretê li dîwaran nivîsandin û alavên li malê ji hev xistin. Çakiktaş destnîşan kir, ku tîmên taybet hêrsa li hemberî wan li her devera malê nîşan dane.
Çakiktaş da xuyakirin, ku mîna hemû malên li Cizîrê yên tîmên taybet ketine hundir, mala wî jî hatiye talankirin û got, "Bêwijdaniyeke bi vî rengî nabe. Li her devera malê nivîsên heqaretê bi îmzeya JOH û POH nivîsandine. Bi hezaran qalikên vala yên fîşekên MKE hene. Xanî kirine xirbe. Hêrsa xwe ya li hemberî gelê Cizîrê li her derê nîşan dane."